Ji kongreya DBP’ê bang: Rojeva me azadiya Birêz Ocalan e
- 09:05 13 Çile 2025
- Rojane
ENQERE - Jinên di 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê de nirxandin kirin bal kişandin ser têkoîna hepvar û gotin: “Yekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqenreyê li dar xist. Di encama dengdanê de hevserokên heyî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dîsa hatin hilbijartin. Jinan piştî kongreyê ji ajansa me re nirxandin kirin û diyar kirin ku wê di her şert û mercî de li qadan bin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê Kurd têbikoşin.
‘Em ê têkoşînê bidomînin’
Hevseroka DBP’ê ya Êlihê Mehdiye Demîr diyar kir ku kongreya wan baş û tije derbas bûye û wiha got: “Em ji bo 7’emîn kongreya xwe hatin vir. Me kongreya xwe li dar xist. Gelek baş derbas bû. Hevserokên me peyamên xurt dan. Vê kelecanek mezin afirand. Heyeta bi serokatiyê re hevdîtin kir hêzê dide me. Daxawza me ev e ku demildest aştî pêk bê. Bi salane em li bendê vê rojê ne. Hêviya me eve ku ev pirsgirêka çareser bibe û gelê me azad bibe.”
‘Em êrîşa Rojava lanet dikin’
Mehdiye Demîr daxuyakirin ku li Rojava şerê qirêj tê meşandin û wiha dawî lê anî: “Şer tên jiyîn, komkujî tên kirin. Em şerê li hember Rojava şermezar dikin. Lanet dikin. Hêvî û daxawza me ev e ku Rojava demildest azad be û ev şer bi dawî bibe.”
‘Yekane rojev azadiya Birêz Ocalan e’
Hevseroka DBP’a Sêrtê Muazzez Bulga jî balkişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Yekane rojeva me azadiya Abdullah Ocalane. Me 7’emîn kongrey axwe pêk anî. Ez ji hevserokên me û hemû hevalan re serkeftinê dixwazim. Kongre pir baş derbas bû.Her çiqas destilatdarî destê xwe bide jî tecrîd didome. Şer didome. Hîna li Rojava mirov tên qetilkirin. Dayik rondikan dibarînin. Çi ji destê me bê emê bikin. Em ê her tim bêjin aştî û azadî.”
‘Li dijî hemû êrîşan em ê şûnde gavê navêjin’
Hevseroka DBP’a Dîlokê Candan Yavuzer jî destnîşan kir ku ji bo kongreyê hatine gel hev û wiha dirêjî dayê: “Beriya her tiştî daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Wek hevserokên me gotin em ê her tim li qadan bûn. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ez ji hemû hevalên xwe re gelê xwe re serkeftinê dixwazim.”
‘Em ê giraniyê bidin xebatên xwe’
Endama Meclîsa DBP’a Dîlokê Zubeyde Ugurlu jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Kongreyek xurt pêk hat. Tevlibûnek xweş hebû. Em ê vê demê xebatên xwe hîn bêtir xurt bikin. Bêguman rojeva sereke rakirina tecrîdê ye. Em ê di vî alî de xebatên xwe bimeşînin.”