Şandeya Îmraliyê dê di 17'ê Çileyê de daxuyaniyê bide

  • 14:20 15 Çile 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê têkildarî serdan û hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.
 
Ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder 28'ê Kanûnê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, piştî hevdîtinê serdana partiyên siyasî kirin.
 
Heyeta Îmraliyê wê têkildarî van serdan û hevdîtinan di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.