Li Sûrê bi şahiyekê starta 8'ê Adarê hat dayîn
- 15:11 24 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê bi şahiyekê starta çalakiyên 8'ê Adarê da.
Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê ya Amedê li Taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Welatiyên ji wir derbas dibûn eleqeyeke mezin nîşanî jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî, stran digotin û li erbeyê didan dan û piştgirî dan jinan. Di starta ku bi dirûşma "Jin jiyana Azadî" hat dyîn de jinan govend gerand.
Herwiha jinan di meşa xwe de belavok li jinan belav kirin.