Rûniştina doza qetilkirina Narîn Gûran dest pê kir

  • 10:37 14 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
 
AMED- Yekemîn danişîna îdianameya duyemîn a der barê xizmên Narîn Gûran a 8 salî ya di sala 2024'an de li navçeya Rezanê hat qetilkirin hat amadekirin dest pê kir. Destûr nedan rojnameger bikevin rûniştinê. 
 
Di doza di 28’ê Kanûna 2024’an de der barê qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya di 21’ê Tebaxa 2024’an de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan  a Amedê hat windakirin û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hatibû dîtin, biryar hatibû dayîn. 
 
Apê Narînê Salim Gûran, bira Enes Gûran û dayika wê Yuksel Gûran ji ber sûcê "Bi qestî kuştina zarokê" cezayê muebbetê yê giran li wan hat birîn. Nevzat Bahtiyar jî bi îdiaya "delîlên sûc îmha kiriye, veşartiye, guherandiye" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Rûniştinê dest pê kir
 
Îdîanameya din a di çarçoveya dosyaya Narîn Gûran de derbarê 4 zarokan de hat amadekirin. Rûniştina ewil a vê dozê hatibû plankirin ku di 20'ê Adarê de li 2'yemîn Dadgeha Zarokan a Amedê bê dîtin. Lê belê piştre ev dosya bi dosyaya 12 kesên tên darizandin re kirin yek û rûniştina hemû kiryaran îro dest pê kir. 
 
Bersûcên ku hatin girtin û bêyî girtin tên darizandin, malbat û parêzerên wan beşdarî rûniştinê bûn, dadgehê destûr neda rojnamegeran ku tevli rûniştinê bibin. 
 
Li derveyî salonê bendemayîna rojnamegeran  berdewam dikin.