Rejîma Îranê 4 sal cezayê girtîgehê li lîstîkvana Kurd Şohra Qemer birî

  • 12:00 14 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê lîstîkvana Kurd Şohra Qemer ragihand ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin. Hate diyarkirin ku li dijî biryarê îtîraz hatiye kirin.
 
Parêzerê aktora Kurd Şohra Qemer, Elî Şerîf Zade Erkanî ragihand ku li ser Şohra Qemer cezayê girtîgehê hatiye sepandin.
 
Elî Şerîf Zade Erkanî da zanîn ku di 13’ê Nîsanê de, Şohra Qemer ya ji bajarê Sîne û niştecihê bajarê Tehranê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
 
Hate diyarkirin ku aktora Kurd bi tometa ‘piştgirîkirina Îsraîlê, belavkirina mijarên derewîn ji bo piştgirîkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkdana ewlehiya giştî’ hatiye cezakirin. Parêzer Elî Şerîf destnîşan kir ku wan biryarê îtîrazkirine.
 
Hêjayî gotinêye ku di 5’ê Tebaxa 2023’yan de Şohre Qemer ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadger hate binçavkirin û piştî 42 rojan di girtîgeha Evîn de ma, bi berdêl û bi awayekî demkî hate berdan. Beriya wê jî ji ber piştgirîkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi 15 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.