Beşdarên konferansê: Di berxwedana Kobanê de kurd bûn yek

  • 12:47 26 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di axaftinên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hate destnîşankirin ku Rojava di berxwedana Kobanê de û di vê konferansê de Kurd kirine yek. Her wiha hate gotin ku ev yekitî dê mafên gelê Kurd misoger bike.
 
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê Kurdistanê, kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir didome. 
 
'Dê bandorê li welatên cîran bike'
 
Di konferansê de berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî peyama Mesûd Barzanî xwend. Di peyamê de lidarxistina konferansê hat pîrozkirin û wek gaveke girîng ber bi yekitiya Kurdan a li Sûriyeyê ve hate nirxandin. Mesûd Barzanî spasiya Mezlûm Ebdî kir ku roleke sereke di vê yekê de lîstiye û hêvî kir ku konferans hêviyên gelê Kurd bi cih bîne. Di peyamê de hate gotin, bûyerên ku li herêmê rû didin bû sedem ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û wiha hat domandin: "Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî. Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin û gelê Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe.” Di peyama Mesûd Barznî de hate gotin, ev konferans dê rê li ber hêzên kurdî û kurdistanî veke ku bibin yek û nêrîna gelê Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bibe, ev jî dê bandoreke erênî li welatên cîran bike.
 
'4 parçe xwedî li bangê derket'
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek nivîskî şand. Peyam ji hêla endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: "Di seride em bi navê Rêber APO û tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê hemû delegeyen konferasnê bi dilgermî silav dikin û bawerin ku wê bi keda we ev gava dîrokî bi ser bikeve. Şoreşa Rojava ku 19’ê Tirmeha 2012’an li dijî rejima Baas, DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê, di encama şehadeta bi 10 hezaran şehîd û birinadaran, bi pêşengiya YPG, YPJ û û QSD’ê bi ser ket.
 
Em hemû kedkarên vê şoreşê silav dikin û şehdên xwe bi minetdarî bibîr tînin, ji bo hemû birîndaran di xebatên wan de serkeftinê dixwazin. Bê guman ev şores û qezenc berhema keda Rêber APO ye. Gelê ku bi rêbertiya xwe ve girêdayî ye ev destkeftî ava kirin. Em bawerin ku wê bi feraseta şoreşa azadiya jinê, civak û netewa demoqratîk, ekolojîk wê ev şoreş bê parastin û pêş bikeve. Rêber APO, ji bo ku Kurd ji qirkirinê rizgar bibin, bibin xwedî nasname, bê navber jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kir û 25 sale di zindanê de li ber xwe dide. Îro jî bi banga ku kiriye û inîsiyatîfa ku pêş xistiye re, dixwaze di vê pêvajoya dîrokî ku careke din metirsiyên mezin hene de, Kurd bibin hêzeke bibandor; ji bo wê jî banga yekîtiya netewî kir. Gelê me jî li çar perçeyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket. Lewma em gelê xwe yê Rojava û tevahî rêxistinan ji ber vê helwesta wan a bi rûmet pîroz û silav dikin.
 
Erka yekemîn a konferansa helwesta netewî ew e ku pergala Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku bi keda şehîdan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin û li Rojhilata Navîn bûye hêviya demokrasiyê biparêz e. Ev jî, ji bo hemû Kurdan cihê rûmet û şanaziyê ye ku hêz daye hemû gelên herêmê. Em bawerin ku ev netê bo Suriyeyê, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe hêza mezin a pêşketina demokrasiyê ku em bi salane hewl didin pêş bikin û xebata yekîtiya netewî dimeşînin. Ji ber ku bêyî yekîtiyê parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ne pêkan e. Dema ku yekîtî nebe, hêzên dagirker vê yekê dijî Kurdan bikar tînin. Em Konferansa Helwesta Netewî ya Rojavayê Kurdistanêji bo yekîtî û kongreya netewî gelekî girîng û wekî gave dîrokî dibînin.
 
Em bawerin ku yekîtî û helwesta dê ji vê konferansê derkeve, wê di demokratîk kirina Suriyeyê, parastina destkeftiyên Kurdan de rolek sereke bilîze û ev ked wê bigihîje serkeftinê. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di pêşerojê de hemû partiyên Kurdan di kongreyeke netewî de bên cem hev. Li ser vê bingehê ev careke din konferansê silav dikin, wê têkoşîn heta serkeftina mayînde bidome. Wekî Rêber Apo jî gotiye, dem dema azadiya Kurdan e.
 
'Kurd di berxwedana Kobanê de bûn yek'
 
Endamên şandeya ji Bakurê Kurdistanê û yên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) axivîn. Li ser navê KNK`ê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî "Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”
 
'Banga Ocalan bingeha azadî û aştiyê ye'
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî got: "Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin. Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”
 
'Ji bo Gelê Kurd dibe hêviyek'
 
YNK’ê jî di peyama xwe ya ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de wiha got: "Em hêviya serkeftinê ji bo vê konferansê dixwazin û piştevaniya xwe dubare dikin. YNK’Ê bi berdewamî daxwaza yekrêziya gelê Kurd dike û li ser piştgirîkirina tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyeyê berdewam e. Em di wê baweriyê de ne ku aramiya li Sûriyeyê girêdayî aramiya herêmê ye, ji ber vê yekê divê mafên hemû pêkhateyan bên parastin. Armancên me dê bi yekitiya neteweyî û ji hev têgihiştinê pêk werin. Em ji dijwarî û geşedanên li herêmê diqewimin haydar in, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, pêwîst e hemû aliyên siyasî û pêkhateyên etnîk û olî bi hev re ji bo bidestxistina mafên xwe yên kollektîf bisekinin. Aramiya Sûriyeyê bandoreke rasterast li ser aramiya herêmê dike. Yekbûna aliyên siyasî hem ji bo civaka navneteweyî û hem jî ji bo gelê Kurd dibe hêviyek. Divê em hişyar bin li hember hewldanên têkbirina yekitiya gelê Kurd.”