
Têkoşîna gundiyan a li dijî GES'ê bi ser ket
- 19:17 26 Nîsan 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Stewr a Mêrdînê gundiyên li dijî projeya GES’ê ya ku dihat xwestin bê çêkirin di doza vekiribûn de bi serketin û diyar kirin ku wê axa xwe biparêzin.
Komeleya Ekolljiyê ya Mêrdînê, Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ya Mêrdînê, Komîsyona Parastina Hawirdor û BAjar a Baroya Mêrdînê û gundiyan li dijî Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku dihat xwestin li gundê Cirzê bê vekirin, daxuyanî dan.
Endama Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Mêrdînê Derya Yîgît Aslan daxuyanî xwend û balkişand ser pêvajoya dadgehê. Derya Yîgît Aslan wiha got: “Der barê rapora erênî ya ÇED’ê ku bi awyekî dij qanûnî hatibû dayîn biryara betalkirinê hat dayîn. Ligel vê qad wek Qada SÎT a Arkeolojîk hat îlankirin.”
Piştre gundî axivîn û diyar kirin ku têkoşîna wan neqedyaye û wê li dijî hemû projeyên GES’ê û talana xwezayê têkoşînê bidomînin.
Daxuyanî bi çepikan bidawî bû.