
Yek ji kesên ku Xelata Zêrîn a Bilind girt Zara Muhammedî ye
- 20:37 26 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA - NÛÇEYAN-Xelatên Zêrîn a Bilind ên ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve hatin organîzekirin, bi merasîmekê hatin dayîn. Yek ji van xelatan hêjayî mamoteya Kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Muhammedî, hat dîtin.
Xelatên Zêrîn a Bilind ên ku bi armanca bîranîna Îbrahîm Ehmed her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên dayîn, îsal jî bi merasîmekê li Telarî Huner a li Silêmaniyê gihîştin xwediyên xwe. Di merasîmê de ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek kesên navdar beşdar bûn.
Di merasîma pêk hat de Xelatên Zêrîn ên Weqfa Îbrahîm Ehmed, dan Zara Muhammedî û Şevan Kobanê yê jiyana xwe ji dest daye û Amedsporê. Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî hêjayê xelatê hat dîtin.
Zara Muhammedî
Zara Muhammedî ku hêjayê xelat hat dîtin ji ber pîşeya xwe mamostetiya Kurdî îcra dikir, ji aliyê hêzên rejîmê re zextên mezin dîtiye û ji ber pîşeya xwe gelek caran hatibû girtin.