
Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan
- 15:48 26 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de îşaret bi Komkujiya Ermenan hat kirin.
Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan a bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam kirin.
Amed
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakiya xwe “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Di çalakiya hefteyê 846emîn de qurbaniyên Komkujiya Ermenan a 24'ê Nîsana 1915'an hatin bibîranîn. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê û bi dehan kes tev li çalakiyê bûn. Di şexsê helbestvan Taniel Varujan ê ermen de li aqûbeta qurbaniyên Fermana Ermenan hatine windakirin hat pirsîn.
Ewilî endamê ÎHDê Gunal Kûrşûn axivî û bi bîr xist ku ew çalakiyê ji bo edelêtê didomînin û wiha got: “Ev 30 sal in çalakî didome. Li Tirkiyeyê di navbera 15 û 20 hezar kes hatiye windakirin. Em xizmên windayan silav dikin, tu car xwe tenê nebînin.”
Rêveberê Yekitiya Tabîban Dr. Mehmet Şerîf Demîr jî axivî û li ser navê saziya xwe silav li beşdaran kir û wiha got: “Em wekî Yekitiya Tabîban we hemûyan silav dikin. Em li ber têkoşîna we bejna xwe ditewînin. Heke aştî were vî welatî divê di serî de dengê dayikên/malbatên windayan were bihîstin. Ev pirsgirêka Kurd 50 sal in didome, di encamê de gund hatin şewitandin, însan hatin îşkencekirin. Ev berxwedana dayikên windayan bi rûmet e.”
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî axivî û da zanîn ku ev çalakî bi ked û têkoşîna dayikan dest pê kir û ev yek anîn ziman: “Di 27ê Gulana 1995an de ev çalakî dest pê kir. Heta ku dayikek bibêje zarok, xizmên me windayî ne, wê ev çalakî berdewam bike. Îro he jî tecrîd didome. Di fermana, şewitandina gundan de kiryar nehatin darizandin. Em jî dibêjin ji bo pêvajo li pêş bikeve divê demildest kiryar bên darizandin.”
Rêveberê ÎHD'a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya windakirina helbestvanê Ermen Tanîel Varujan xwend.
“Di 24'ê Nîsana 1915'an de bi gotina wezîrê kare hûndir ya hikûmeta Îttîhat û Terakî Talat Paşa ve li ser Ermeniyan êriş pêk hatin. Rewşenbîrê Ermeniyan hatin binçavkirin. Yek ji van rewşenbîran jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Tanîel Varujan di sala 20ê Nîsana 1884an de hatiye dinê. Tanîel Varujan ê 31 salî bavê 3 zarokan bû di 24ê Nisanêa 1915an de hat binçavkirin. Dema ku hat binçavkirin, polîsan ji Tanîel û hevalên wî re got, ‘hûnê di nava saetekî de werin berdan’. Tanîel Varujan 25'ê Nîsanê sewqî Çankiriyê hat kirin, ji vir jî di 26'ê Nîsanê de bi tevî 4 hevalên wî ve dibin girtîgehê. Tanîel Varujan û 4 hevalên wî dema ku ber bi girtîgehê ve derdixin rê ji hevalên xwe yê Çankiriyê re dibêjin, ‘me dibin mirinê, li zarokên me binêrin’. Komeke çete êrişî trênê dike. Lê leşker êrişê asteng nakin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane tên kukştin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîn Tanîel Varujan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
Êlih
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî di hefteya 682'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta "Divê winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ê di 4'ê Nîsana 1995'an de di binçavan de hat windakirin hat pirsîn.
Çîroka windakirina Dagli ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Rêzan Baytarê ve hat xwendin. Çîroka windabûna Dagli wiha ye: “Alî Îhsan Dagli bi hevjîn û zarokên xwe re li Gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê rûdinê, di 14’ê Nîsana 1995’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li gund pevçûn çêdibe. Piştî pevçûnê li nêzî mala xwe tê binçavakirin. Keyayê gund Mehmet Şîrîn Kiliç dibe şahid ku Dagli ji gund tê derxistin û ji destê xwe yê çepê birîndar dibe. Li gorî gotina keyayê gund, Dagli ewilî dibin gundê Hişkamergê. Bi qasî nîv saetê li vir tê sekinandin û paşê wî bi helîkopterê dibin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. Ji ber ku Dagli birîndar bûye, gundî gomelkê wî yê bixwîn ibînin. Piştî vê careke din agahî ji Dagli nayê girtin.
Piştî serlêdana bavê wî Mehmet Dagli ku di 24'ê Nîsana 1995'an de li Serdozgeriya DGM'ê kiribû, ji malbatê re hat gotin 'Kesê bi navê Alî Îhsan Dagli nehatiye binçavkirin.' Dîsa li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê ya 11'ê Cotmeha 1995'an, ji ber serlêdana malbatê ya li Komeleya Mafên Mirovan, gund ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin û malbat rastî tundiya leşkeran hatiye. Piştî windakirina Alî Îhsan Dagli jî ev zext berdewam dikin. Binçavkirina Alî Îhsan Dagli bi wêneyê ku di 11'ê Cotmeha 1995'an de di rojnameya Evrenselê de bi nûçeya bi sernavê 'Va ye winda' hat weşandin, di dema binçavkirinê de hatiye kişandin. Di wêneyê de tê dîtin ku destê Alî Îhsan Dağlı girêdayî ye. Ji bilî vî wêneyî malbata wî, der barê Alî Îhsan Dağlı de tu agahiyeke berbiçav bi dest naxiste. Di 16’ê Cotmeha 1995’an de ev wêne ji aliyê malbata wî ya ku hatine şaxa me ve hatiye teşxîskirin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 172'yemîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Welat, Îsmaîl û Sîbel Şedal ên di 25'ê Nîsana 2000'an de hatin qetilkirin doza edaletê hat kirin.
Endamê ÎHD'ê Ozan Akbaş ê ku çîrok xwend got: "Di 25'ê Nîsana 2000'î de di dema qedexeya derketina derve ya taxê de ku tevahiya şevê dewam kir, bi awayekî defakto qedexeya derketina derve hat îlankirin. Sibeha piştî ku qedexe hat rakirin, şêniyên taxê ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin, dest bi terikandina malên xwe kirin. Di saet 13.00'an de Sîbel, Azat, Firat û pismamên wan Welat û Îsmaîl ên ku dilîstin, ji cihê ku lê dilîstin ber bi taxê ve bi rê ketin û piştre dengê teqînê hat. Îsmaîl û Welat Şedal jiyana xwe ji dest dan û Sîbel Şedal jî jiyana xwe ji dest da.
Akbaş anî ziman ku 2 saetan destûr nehat dayîn ku ambûlans bikeve cihê bûyerê û wiha got: “Zarokên ku bi giranî birîndar bûbûn, dema ku ambûlans hat astengkirin, bi kamyonê ew birin nexweşxaneyê û rojek şûnde cenaze teslîmî malbatan kirin. Têkoşîna malbata Şedal a bi israr a lêgerîna edaletê bi biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Geverê hat astengkirin û daxilî nava yên kiryar nediyar hat kirin."
Îzmîr
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya windayan berdewam kir. Di çalakiya li ber Sûmerbanka kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa "Wind meseleya wijdanê ye, xwedî lê derkevin" û "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hatin vekirin. Vê îşaret bi Qirkirina Ermeniyan a di 24’ê Nîsana 1915’an de hat kirin.
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û diyar kir ku bi Qirkirina Ermeniyan re hevrûbyûn çênebûye û sûcê hatiye înkarkirin dewam dike û rê li ber sûcên nû yên li dijî mirovahiyê vedike. Canli banga rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî gelê ermenî kir.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.