Menekşe Erbay li Enqereyê hat bibîranîn

  • 22:30 28 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mamakê Menekşe Erbay a ku 45 sal berê ji aliyê leşker û polîsan ve hate kuştin bi bîr anîn û gotin, "Îro, em ê bi girêdana jiyanê û mezinkirina
berxwedanê mîrateya ku ji me re maye biparêzin."
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mamakê Menekşe Erbay, ku 45 sal berê li ber Lîseya Anadoluyê ya Tuzluçayir di xwepêşandana 1’ê Gulanê ya ku ji hêla xwendekaran ve hatibû organîzekirin de ji hêla polîs û leşkeran ve hatibû kuştin, bi bîr anîn. Ji bo salvegera 45’emîn a kuştina Menekşe Erbay meş û daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê, ku li Parka Haci Bektaş Velî kom bûn, ji wir heta Lîseya Tuzluçayir meşiyan û li ber lîseyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di xwepêşandanê de gelek caran dirûşmeyên "Menekşe Erbay nemir e", "Bijîşoreş û sosyalîzm", "Bijî 1’ê Gulanê " hatin berzkirin û pankarta "Menekşe Erbay nemir e" hate vekirin.
 
'Em ê bi mezinkirina berxwedanê mîrata ku ji me re hiştiye biparêzin'
 
Daxuyaniya ku tekez kir ku mîrata ku Menekşe Erbay hiştiye di îradeya gelê Tuzluçayir de dijî, ku li dijî faşîzm û polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşe, wiha domand: "Wêrekiya Menekşe di dengê gundiyan de ku ji bo parastina xweza û qadên jiyanê di têkoşîna wekheviya jinan de li ber xwe didin, deng vedide. Em ê bi her pankarta ku li meydanan tê vekirin û bi her dirûşmeya ku tê gotin, nirx û dîroka xwe zindî bihêlin. Îro, em ê bi girêdana jiyanê û mezinkirina berxwedanê mîrata ku ji me re hiştiye biparêzin."