Tevî êşên jiyaye daxwaza aştiyê dike

  • 09:04 30 Nîsan 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
DÎLOK - Kamîle Aras ku kurekî wê di nav refên HPG’ê de jiyana xwe ji dest daye, kurekî wê girtî ye û du heb zarokên wê jî surgunin, diyar kir ku ew piştgiriyê bide banga  "aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Wê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan aştiyê bîne.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de "banga aştî û civaka demokratîk" kir. Bang ket rojeva hemû cîhanê û hikûmeta AKP’ê nêzîkatiya xwe ya li hember pisgirêka Kurd carek din danî holê. Ji 7’an heta 70’ê her kes xwedî li bangê derketin û bi coş pêşwazî kirin.
 
Yek ji kesên ku piştgirî da bangê û got divê êdî gava pêwist bê avêtin jina bi navê Kamîle Aras e.
 
Ji Êlihê ber bi Dîlokê ve
 
Kamîle Aras ji ber zextên dewletê û pirsgirêkên aborî di 1994’an de bi malbata xwe re koçî Edenê dikin. Piştre di 2011’an de bar dikin Dîlokê. Piştî barkirinê çend meh şûnde du kurê wê tên girtin.
 
Deriyên girtîgehan
 
Kamîle Aras tevî van zextan serî natewîne û sê sal û nîvan diçe girtîgeha Kurkçuler a Edenê. Piştgiriyê dide her du zarokên xwe. 
 
Zextên dewletê
 
Her du kurên wê di 2014’an de tên tahliyekirin. Ercan Aras çend mehan şûnde tevli HPG’ê dibe. Heman salê Abdullah Aras jî tevli HPG’ê dibe. 
 
Nehat dermankirin
 
Kamîle Aras da zanîn ku di 2017’an de kurê wê Ercan Aras di pevçûnekê de birîndar bûye û dîl hatiye girtin. Piştî tê girtîn îşkenceyên giran dibîne û nayê dermankirin, dişînin girtîgeha Bedlîsê. Piştî du mehan şûnde ewil dişînin Tokatê û piştre jî surgunê girtîgeha Yozgatê dikin. Kamîle Aras da zanîn ku cezayê muebetê li kurê wê dibirin û got: “Kurê mine hat dermankirin. Parçeyê şarapnelê li serê wî dikeve. Li girtîgeha Tokatê hevalên wî dermankirina wî dikin. Piştre şandin Yozgatê û di hucreya yek kesî de tê girtin. Nexweşiya wî ya hemoroîdî heye. Dibin doktor û dixwazin li cem leşkeran derman bikin. Lê kurê min qebûl nake û şûnde dibin girtîgehê.”
 
Kurê Kamîle Aras, Abdullah Aras jî ku tevli HPG’ê bibû di 2019’an de bi du hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Kamîle Aras salek şûnde agahiya şehadeta kurê xwe digire. Ligel vê du zarokên Kamîle Aras jî ji ber zextên dewletê koçî Ewropayê dikin. 
 
‘Berxwedan jiyan e’
 
Kamîle Aras da zanîn ku tevî hemû êşan ew aştiyê dixwazin û got ew piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kamîle Aras wiha vegot: “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne. Em aştiyê dixwazin. Wê heta kengê ev pevçûn û şer bidome. Zarokên me li surgunê ne, di zindanan de ne. Li girtîgehan hezaran girtiyên nexweş hene. Desthilatdarî ji ciwanan re girtîgehan çêdike. Lê em di her şert û mercî de dibêjin berxwedan jiyane.”