
Serhildana keda nayê dîtin (6)
- 09:05 30 Nîsan 2025
- Dosya
Li Başûrê Amerîkayê berxwedana 1’ê Gulanê
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Bexwedana Başûrê Amerîkayê ku di bin binpêkirin û mîlîterîzmê de mezin bû, di 1’ê Gulanê de wê bi dengê jinan ji nûve bilind bibe. Li Arjantînê 1’ê Gulanê wê bibe mîlada nû ya têkoşîna jinan a rêxistinkirî.
Li Başûrê Amerîkayê ne tenê li dijî binpêkirina aboriyê; têkoşîneke xûrt li dijî ferzkirinên neolîberal, rejîmên otorîter û mîlîtarîzmê hat meşandin. Bi sedsalan e gelê herêmê li dijî binpêkirina kedê û serdestkirina xwe didomîne. 1’ê Gulanê li ser van axan ne tenê wek cejnek karkeran, hemandemê de wek qêrîna azadiya gelan û têkoşîna hebûnê ya jinan derket pêş.
Li Şîliyê piştî darbeya Pînochet a 1973’yan şûnde êrişên li hember tevgerên karkeran sendîkavanan û grevan; li Uruguayê di 1970’ê de berxwedana karker û xwendekaran a li dijî dîktatoriya leşkerî bilind bû; Li Brezîlyayê di salên 1980’ê de grevên karkerên metalê ya Campo û rêxistibûnên sendîkal; li Kolombiyayêtêkoşîna têxistinbûnê, di dîroka keda Başurê Amerîkayê de şopên kûr hişt.
Li Bolîvyayê serhildanên karkerên maden û gundiyan; Li Venezuellayê têkoşîna mafên civakî ya karkerên petrolê berdewam kirin.
Vê pêvajoyê de jin bûn kirdeyên têkoşînê. Li Şîliyê bi tevgera Arpîlleras êşan windahiyan veguherî berxwedana kolanan.Li Brezîlyayê Yekîneyên Karkerên Çandiniyê yên Jinan, li dijî xespkirina axê wekheviya zayenda civakî xwe rêxistin kirin. Li uruguayê komîteyên karkerên jin li dijî dîktatoriyê tevgera sendîkal ava kirin. Li Kolomiya û Peruyê jinan ji bo keda nava malê bikeve çavçoveya mafê sendîkal têkoşîn dan.
Di vê mijarê Arjantîn bi têkoşîna çînî û keda jinê dertê pêş.
Arjantîn: Di bîra 1’ê Gulanê de şopa jinan
Li Arjantînê têkoşîna mafê mirovan û kedê derket pêş. 1’ê Gulanê ne rnê roja karkeran, rojek bi dengê jinan û keda nayê dîtin hatibû rizandin derket pêş.
Di navbera 1976-1983’an de dema dîktaoriya leşkerî de bi zor windakirin, zext û îşkence hatin kirin. Vê li ser bîra kolektîf a Arjantînê şopên giran hişt. 30 hezar kes wê demê hatin windakirin.
Dayikan ji bo zarokên xwe Tevgera Dayikên Plaza de Mayo avakirin. Dayikan her rojên pêncşemê li Plaza de Mayon çalakî û meş pêk anîn û ji bo zarokên xwe têkoşiyan.
Têkoşîna kedê jî vê demê guherînek mezin jiya. Sendîka herî mezin a Arjantînê CGT (Confederación General del Trabajo) û CTA (Central de Trabajadores de la Argentina), seranserê dedsala 20’an de bû hêza esas a çîna karkeran lê her tim bin serdsetiya mêr de man.
Jinên kedkar, tevî di sektora tenduristî, perwerde û xizmetê de piranî ava dikirin, bi astengiyên mezin re hatin rû hev.
Marîa Elena Sosa: Ji Sendîkayan berbi qadan berxwedana jinê
Di vê hawira bêdeng de serê salên 1980’ê de Marîa Elena Sosa derket pêş. Marîa Elena Soza di nedîtina jinan a di CGT’ê de îtîraz kir û bi kedkarên jin re rêxistinbûn da destpêkirin. Ev rêxistibûn ne tenê ji bo mûçeyê wekhev û şert û mercên xebatê bû, hedefa esas ev bû ku jin di sendîkayan de bibin kirde. Ji bo Marîa Elena Soza keda jinê tenê bi fabrîka û ofîsan ne sînor bû; ji bok eda nedihat dîtin a malê ya jinan jî têkoşîna sendîkal da.
Bi vê perspektîfê Platforma Kedê ya Ji bo Jinan av akir û di konfederasyonên mezin yên wekê CGT û CTA de ji avabûna baskên jinan re pêşengî kir. marîa Elena Sosa qada sendîkal ji bo jinan vekir.
Têkoşîna jinan ya bilind dibe
Berbi 1’ê Gulanê Buenos Aîres carek din xwe amade dike ku bibe navenda berxwedan û piştevaniyê. Wê sendîkavan axaftinên xwe bikin û stranên şoreşê bê gotin. Wê jin bi kortejên xurt qadan tije bikin. tê payîn ku meşên îsal de jin wê hem di alî hejmarê de zêde bin hem jî di alî rêxistibûnê de di eniya pêş de cih bigirin.
Sibê: Li Okyanusyayê têkoşîna kedê di şopa Zelda D’Aprano de ye.