Çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê di destpêka Adarê de diyar dibin

  • 13:27 25 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Rojavayê Kurdistanê bi coşeke mezin û daxwazên parastina destkeftiyên xwe dest bi bernameya 8`ê Adarê kiriye. Komîteya amadekar a bernameyê jî dê di rojên destpêkê yên Adarê de cih û dema pîrozbahiyên 8’ê Adarê aşkera bike.
 
Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û kampanyaya ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de ku di 18`ê Sibatê de ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava hate ragihandin, didomin.
 
Çalakî di bin dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin" di 21`ê Sibatê dest pê kir. Niha jî bi çalakiyên meş, civîn, mîtîng, çand û hunerê derbarê dîtina îradeya jin, piştgiriya YPJ û zimanê dayikê, parastina destkeftiyên jinan, daxwazên bicihkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de bi awayekî rojane dewam dikin.
 
Li gorî agahiyên ku me ji komîteya amadekar a bernameya 8`ê Adarê wergirtine, dê li bajarên Cizîrê kolan werin xemilandin. Dê roja 8`ê Adarê jî bi çalakiyên girseyî were pîrozkirin û cih û dema wan çalakiyan dê rojên destpêkê yên Adarê bi daxuyaniyekê bên ragihandin.