Li Misircê 8'ê Adarê: Wê cîhan bi têkoşîna jinan biguhere

  • 13:37 25 Sibat 2026
  • Rojane
SÊRT - Tevgera Jinên Azad (TJA), ku starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Misirce ya Sêrtê da destpêkirin, got, "Em jin dê bi biryardarî ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Berfîn a navçeya Misirce ya Sêrtê da destpêkirin. Çalakî bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, em civatek demokratîk ava dikin" hate lidarxistin. Pankartek bi heman dirûşmeyê hate hilgirtin.
 
Girse ji Parka Berfîn heta Parka Ehmedê Xanê meşiya û dirûşmeyên wekî "Jin Jiyan Azadî" û "Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî" berz kirin.
 
Devrim Keklik TJA'yî dema ku li Parka Ehmedê Xanê daxuyanî xwend, got ku 8'ê Adarê ne tenê rojek bîranînê ye; ew serhildanek li dijî îstismara ked, nasname û jiyana me ye; ew îradeya avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e. Devrim Keklik diyar kir ku tundûtûjiya li ser jinan û zêdebûna kuştinên jinan encamên herî eşkere yên vê pergalê ne û got, "Her roj jinek tê kuştin û tundûtûjî bi polîtîkayên bêcezatiyê tê xurtkirin. Mafê jiyanê yê jinan ne mijara danûstandinê ye."
 
 
'Em ê civatek demokratîk bi jiyanên wekhev û azad ava bikin'
 
Devrim Keklik diyar kir ku ew ê heta 8'ê Adarê her roj li kolanan bin û got ku ew ê kolan bi kolan, tax bi tax rêxistin bibin û got, "Bi serhildana xwe em ê berxwedanê ava bikin, bi berxwedana xwe em ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin û bi jiyaneke azad û wekhev em ê civatek demokratîk ava bikin. Em jin dizanin: Ger cîhan biguhere, ew ê bi têkoşîna jinan biguhere. Ger aştî were, ew ê bi têkoşîna jinan be. Ger civatek demokratîk were avakirin, ew ê bi hêza rêxistinkirî ya jinan were avakirin."
 
Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.