Tevgera kesên li aliyê rast ên di dîrokê de cih digirin: 1968

  • 09:07 24 Mijdar 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Althusser dibêje ku riya ku 1968’an vekiriye kevanekek nehatiye girtinê ye û dibêje ‘pêvajo wê dirêj biajo’. Tevgera Çandê ya Ciwanan a 1968’an çalakiya rast a ciwanan a berê dîrokê guhertiye. Kirdeya şoreşê ciwanan in. Di riya diçe şoreşa watedarkirinê de li dijî qirkirina çandî, aborî, ekolojîk, jinê serhildanek mijara gotinê ye. Sedema çalakiyên vê tevgrê girêdayê tiştên ku pê bawer dikin. Abdullah Ocalan dibêje ‘Ciwan aliyên ku herî zêde nêzî rastiyê ne’. Ev jî rê nîşanê me dide.
 
Nagîhan Akarsel
 
‘Wateya jiyanê, girtina hilmê, avêtina dil, herikînek ku naqede ye. An jî wê mezinahiya wan hestan neyê fêmkirin’
 
‘Der barê ku em li aliyê rast ên dîrokê ne de baweriya me tam e’ Aktîvîsta Alman Gretchen a di tevgera Çandê ya Ciwanan a 1968’an de cih digire bi gotinekê vê vedibêje. Terz û zîhniyeta fikr û hîskirina demê îfade dike. Xwendina rihê demê ji fêmkirina gerdûna watedarkirina têkoşînê (Abdullah Ocalan) derbas dibe. 
 
Gotin wê demê Gretchen gotiye xercê têkoşîna niha ava dike. Îro têkoşîna femînîst ekolojîst didome. Bi gotina ‘em cîhanê winda bikin tiştekî me namîne’ ketine vê rê. Tevgera Çandê ya Ciwanan a 1968’an cîhan neguherîn lê îro bûne sedema guherînan. Yanî di terza jiyanê de guherîn, di cîhana rihî û fikrî de zelalbûn heye. Gretchen wek ciwanek ku çi dixwaze dizane lê di esasa azadiya jinê de dimeşe.
Mînak a rast çi bû? Li aliyê rast ê dîrokê cihgirtin çiye? 1968 pêvajoyek girîng e. Kirdeya şoreşa demî kî bû? Şertên civakî û dîrokî çibû? Taybetiyên vê şoreşê çibûn. Çavkaniya baweriya nifşê 68’an çibû?
 
‘Pêvajo wê dirêj biajo’
 
Althusser dibêje ku riya ku 1968’an vekiriye kevanekek nehatiye girtinê ye û dibêje ‘pêvajo wê dirêj biajo’. Tevgera Çandê ya Ciwanan a 1968’an çalakiya rast a ciwanan a berê dîrokê guhertiye. Kirdeya şoreşê ciwanan in. Di riya diçe şoreşa watedarkirinê de li dijî qirkirina çandî, aborî, ekolojîk, jinê serhildanek mijara gotinê ye. Sedema çalakiyên vê tevgrê girêdayê tiştên ku pê bawer dikin. Abdullah Ocalan dibêje ‘Ciwan aliyên ku herî zêde nêzî rastiyê ne’. Ev jî rê nîşanê me dide.
 
Bikeve riya ku kes nakevê û bimeşe!
 
Li dîwarên Fransayê nivîsên ‘bikeve riyên ku kes nakevê û bimeşe’ dihatin nivîsin. Çavkaniya rihê di Gulana 68’an de li zanîngeha Nanterre û Sorbonne hat destpêkirin ev bû. Ev tevger heta salên 1970’ê bi bandor bû. Di tevgera civakî de bû mîlad. Tevgera li Fîlîstîn, Cezayîr, Vîetnam û Latîn Amerîkayê hebû di carekê de li hemû cîhanê belav bû. Ciwan xwedî lê derketin. Li her derê belav bû. Bi hezaran xwendekaran piştgirî danê. Li her çar alî cîhanê ev rihê wekheviyê hat jiyîn. 
 
‘Li şûna hestyarbûnê ez hêrsê tercîh dikim’
 
Li gorî her şertên welatekî form qezenc kir vî rihî. Veguherî tevgerên civakî. Çakvaniya ilhama kirdeya şoreşê, ji bernameyên teorîk an jî manîfestoyê wêdetir, teoriyên şoreşa çandî ya Mao ya mîmarê şoreşa Çînê, perspektîfa şoreşa enternasyonal a Che, şoreşa Kubayê, mafdariya têkoşîna Fîlîstîn, berxwedana Ho Chî Mîhn a li dijî dagirkirina Vîetnamê û eniya dij mîlîtarîst a li dijî DYA’yê pêk hatiye. Li Amerîkayê di 1965’an de Malcomlm X hat qetilkirin. Di 4’ê Nîsana 1968’an de pêşengê tevgera dijberê nîjadperestiyê Martîn Luther Kîng hat kuştin. Girêdayê vê xwendekarên zanîngehê rabûn ser piyan û çalakî pêk anîn. Di 9’ê cotmeha 1967’an de li Latîn Amerîkayê, Che ji aliyê emperyalîzma DYA’yê ve hat qetilkirin. Vê hêrs mezin kir. Li New Yorkê çalakiyên ku 100 hezar kesê pêşengiya wê kir pêk hatin. Li Okînawa ya Japonyayê ji bo baragehên Amerîkayên bê girtin çalakî hatin kirin. Li Almanyayê gerîlayên Franksiyona Kizilorgu (RAF) perspektîfa şoreşê birin bajaran. Yek ji pêşenga RAF’ê Ulrîke Meînhoff zîncrîra serdestiyê şikand û profîlek nû ya şoreşê derxist holê. Ulrîke digot ‘ez li şûna hestiyariyê hêrsbûnê tercih dikim’. Cîhana Ulrîka kakila cîhana rih û fikr a 68’an e.
 
‘Rê pir dirêj e’
 
Bi gotina Wallersteîn ‘rê pir dirêj e’. Di vê rê de wateya têgehan diguhere. Girîngiya zanist, felsefe û hunerê tê kifşkirin. Heqîqet, huner, felsefe, zanist, zayend, rih, fikr ji nû ve digire dest. Nirxandinên îdeolojîk û sosyolojik di nav hev de derbas dibin. Cîhana fikr û rih a kes bi hişmendiya kolektîf li ser hûr dibe. ‘Ji ber a tê nirxandin ne dem e, ne dîrok û kes e, civak e.’ (Abdullah Ocalan)
 
Ev rê dirêj e ku riya Sakîne Cansiz bi Alîna Snchez (Lêgerîn Çiya ) ya Arjantînî, riya Bernandîne Dohrn bi Zeryan Denîz Amed (Ayşegul Kaçar) re, riya Huseyîn Cevahîr bi Çiyager Hevî (Cîhan Turkan) re, riya Huseyîn Çelebî bi Chrîsta Eckes re, riya Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) bi Alî Çîçek (Stêrka Sor) re dibe yek.
 
Em li ‘rastî’ çibû ya ji lêgerîna van ciwanên zana re çavkanî dikir, binêrin. Geşedanên zanistî, civakî, siyasî kur ê didin demê girîngin. Em rihê demê bi hev re bixwînin.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Ya rast çibû?’ wê hefteya pêş bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 23’yemîn a mijara dosyaya ‘nîqaşên ciwanan’ a kovara jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.