Meral daniş Beştaş: Rojnamevanên heqiqet nıisandin di bin çavan de ne

  • 15:40 13 Hezîran 2022
  • Ramyarî
ENQERE -Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Serokwekila Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a ku li meclisê mijarên di rojevê nirxandin, bertek nîşanî binçavkirina dema dirêjkirina  di bin çavan de a rojnamevanan da û got: “Rojnamevanên endamên çapemeniya azad ji ber pîşeya xwe û heqîqetê dinivisînin di binçavan de ne.” 
 
Meral anî ziman ku îqtidar herî zêde pirtûka bêhiqûqiya, gendelî û derewan nivîsandiye û hiqûq bi temamî kiriye amûra tolhildana siyasî.  Meral destnîşan kir ku îqidar derketiye nêçîra muxalîfan û wiha got: “Di hefteyek dawî de 21 rojnamevan li Amedê hatin binçavkirin. Pêvajoya binçavkirina wan didome. Ewilî nehiştin parêzer wan bibinin. Niha jî dema binçavkirina wan dirêjî 16’ê hezîranê kirine Rojnamevanên endamên çapemeniya azad ji ber pîşeya xwe û heqîqetê dinivisînin di binçavan de ne.” 
 
Çapemenıyî sansûr kirin
 
Meral bal kişand ser  dezenfryonê û wiha got: “Dema qanûna sansurê ya li ser çapemeniyê û tavilê binçavkirina rojnamevanan helbet ne tesadufî ye. Tevahiya muxalefet bi qanûna sansura çapemeniyê re hatiye hedefgirtin, ji bo fêmkirina vê ne hewce ye ku mirov zêde bizanibe. Helbet pêşî bi kurdan dest pê kirin, nûnerên kevneşopiya çapemeniya azad binçav kirin. Rojnamevanên jin jî binçav dikin. JINNEWS li cîhanê û Tirkiyeyê yekemîn e ku ajansa jinan, nûçeyên jinan çêdike û xebatkarên wê jî binçav kirine. Hefteya borî li Şirnexê 18 kes û li Stenbol û Tekîrdagê di operasyona li dijî HDK û Komeleya Şopandina Koçê de 39 kes hatibûn binçavkirin. Navendek din a girtinê jî Wan bû. Hêceta girtinên li Wanê gelek balkêş e, ew ji ber çavdêriya fermî ya pêvajoya aştiyê hatin girtin. Wan bi destûra walîtiyê çavdêrî kiribû.” 
 
Meşa Gemlikê
 
 Meral Meşa Gemlikö bi bir xist û got, "Li Stenbolê  Piraniya koma me ya parlementoyê li Stenbolê bû û ez jî li wir bûm. Ji duh ve derbarê vê meşê de spekulasyon û şîroveyên cuda tên kirin. Em wek HDP’ê li dijî îşkence, şer û tecrîda girankirî ne. Tecrîd îşkence ye, em wezîfeya xwe ya mirovî pêk tînin lewma li dijî vê îşkenceyê derdikevin. Heke îktidara AKP’ê bi MHP’ê re bêje ‘Ez li aliyê îşkenceyê me, ez îşkenceyê dikim’ bila derkevin û îzah bikin. Heke  dibêje ez bi qestî tecrîdê dimeşînim, ez di bêhiqûqiyê de israr dikim û dibêje ez xwe bi hiqûqê ve girêdayî nabînim, bila derkevin û vê yekê vebêjin. Bila veşarî şer nekin.” 
 
Wateya Îmraliyê çi ye
 
Meral tecrî d bi birxıst û wıha dawî lê anî, "Wateya Îmraliyê çi ye, bi taybetî birêz Ocalan ku li Girava Îmraliyê tê girtin û 3 girtiyên din ji bo şer neraweste di bin tecrîdê de tên ragirtin, ji bo ku behsa polîtîkaya aştiyê neyê kirin, di bin tecrîdê de tên hiştin. Yanî di salên 2013-2015’an de li vî welatî tiliya ciwanekî jî xwîn nebû. Mirov heta nîvê şevê li park, kuçe û kolanan digeriyan, hewa xweş bû û bihar hat welat. Ji ber ku dayika leşkerekî jî li Trabzonê got, "zarokê min di nava ewlehiyê de ye.” Dayikek li Mêrdîna dayikek li Colemêrgê jî û dayika ciwanek kurd jî gotin, "Zarokê min ne di şer de ye, ev pirsgirêk wê çareser bibe." Ji ber vê yekê ku banga çareseriyê ya ji Girava Îmraliyê were tecrîd dikin. Em wek HDP’ê dibêjin tecrîdê rakin û bila deriyên Îmraliyê bên vekirin da ku cenaze neyên. Em naxwazin her roj xebera mirin û cenazeyanb were. Îktidar ji pêşniyazên bo çareseriyê û ramanên Ocalan ditirse û lewma asteng dike ku Tirkiye ramanê wê nebihîze. Tecrîda ku li Ocalan tê sepandin, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Em ê tecrîdê jî û şer jî qebûl nekin.”