Ebrû Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû û îro jî wê bêdeng nemîne

  • 11:50 16 Hezîran 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, geşedanên heyî nirxand û diyar kir ku girtina rojnamegeran nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji rastiyê ye û AKP bi pêkanînên bi vî rengî Tirkiyeyê dikişîne nava rewşeke tarîtir. Çapemeniya kurd duh li hemberî kiryarên kiryar nediyar bêdeng neman û îro jî bêdeng nemîne.”
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî rojevê li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Ebrû di civîna çapemeniyê de wiha axivî: 
 
“Di 8’ê hezîranê di nav de 20 rojnameger û bi tevahî 22 kes heyî hatî binçavkirin duh derxistin edliyê. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu  hatin girtin. 16 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. 
 
Rojnamegerên kurd ne îro di salên 90'î heta îro her tim hedef hatin girtin. Hatin binçavkirin, girtin û qetilkirin. Di sala 2011'an de bûn hedefa cemaatê, niha jî bûn hedefa îqtîdara faşît AKP-MHP'ê. Girtina rojnamegeran nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji rastiyê ye û AKP bi pêkanînên bi vî rengî Tirkiyeyê dikişîne nava rewşeke tarîtir. Çapemeniya kurd duh li hemberî kiryarên kiryar nediyar bêdeng neman û îro jî bêdeng nemîne.  Em girtina rojnamegeran şermezar dikin. Em carek din bang dikin em ê her tim li cem çapemeniyê bin. Ji ber ku çapemeniya azad dê heqîqeta wî welatî binîvsîne û dê bibe dengê rastiyan.
 
Wek hûn jî dişopînin dawiya hefteyê me xwest ku bi sazî û dezgehan re li dijî tecrîdê, bi awayekî demokratîk ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ji Wanê heta Edirneyê, bi dehhezaran kes tecrîda li Îmraliyê qebûl nekirin û xwestin beşdarî meşê bibin. Lê zihniyeta AKP-MHP’ê destûr neda ku gel bimeşe. Hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî nas nakin û pergaleke taybet li Îmraliyê ava kirine. 
 
Li Tirkiyeyê bêhiqûqî, bêedaletî roj bi roj belav dibe. Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin, roj bi roj li her derê tê avakirin. Dixwazin Tirkiye bibe wek girava Îmraliyê. 
 
Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin polîtîkayên li dijî kurdan in û bi vê ve girêdayî jî tecrîd e. Ev zihniyeta yekperest û faşîst Kurdan qebûl nakin û mafê murdan bin pê dike û tecrîdê kûr dike. 
 
Lewma me ji bo çareseriyê xwest ku em bimeşin Gemlikê. Li Amed, Serhad, Çûkûrova û Marmarayê me xwest em ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Bi hezaran welatî ji bo çareserî, azadî û aştiyê ketin rê. Lê belê we jî dît êrişeke hovane li dijî me hat kirin. Bi taybetî jî rewşa ku li Stenbolê derket holê, zihniyeta vê desthilatiyê careke din aşkera kir. 
 
Êrişên ku li Stenbolê pêk hatin encama tecrîdê bûn. Li dijî parlamenteran êriş û astengî hatin pêkanîn. Parlamenterên me hatin derbkirin. Welatî hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirin. 2 hevalên me hatin girtin. Di meşa me ya demokratîk de astengiyên pir mezin derxistin pêşiya me. Tecrîd ev bixwe ye. Me tecrîda Îmraliyê li Stenbolê jî dît.
 
Ev êrişên hovane talîmatên kê ne em baş dizanin. Û bila ew jî baş bizanin ku êdî tu meşrûiyeta vê desthilatê nemaye. Belê karê wan qedexekirin, astengî, bêhiqûqî ye, lê helwesta me jî, berxwedan û têkoşîn bû. Em gavekê jî paşde venakişin. Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û em ê her tim li her derê vî sûcî îfşa bikin.