Ji mîtînga Êlihê peyam zelale: Çareserî Îmraliye
- 13:01 17 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Di mîtîna ‘demokrasî û azadiyê’ de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe lê da. Herwiha hat diyarkirin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd navnîşan Îmraliye.
Mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hat lidarxistin dest pê kir. Ji gelek bajarên Kurdistanê welatî ji bo bertekên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê xwestin, herikîn Elihê. Yên di mîtîngê de axivîn balkişandin ser çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin navnîşan Îmraliye.
Nîşeyên di mîtîngê de derketin pêş:
*Jin bi flamayên kesk, sor û zer tevli mîtîngê bûn.
*Jin bi pankarta “Li hemberê tecrîdê jin li ber xwe didin” ketin qadê.
*di mîtîngê de pankart û dovîezên wekê ‘tecrîd didome’, ‘muxatab Îmraliye’, ‘Silav tên ji rojê’ derketin pêş.
*Kalê 80 salî dovîza ‘çarserî jî muxatab jî diyare’ vekirin.
*Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku tevli mîtîngê bû eleqeyek mezin dît.
*Gel seranserê rojê dirûşmeyên ‘bijî serok apo’, ‘bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok’ berz kirin.
*Strana ‘berxwedan jiyane, serhildan jiyane’ hat gotin.
*Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk bi ciwanan re selfî kişand.
*Ji bo parlamenera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata eleqe pir zêde bû. Ayla Akat Ata bi dirûşmeya ‘jin jiyana azadî’ derket ser dîkê.
*Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, derket ser dîkê, têkoşîna Kurdan nîşan da û got wê çareserî bi azadiya Abdullah Ocala pêk bê.
*hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari banga deriyên Îmraliyê vekin kir.
*Jin bi cil û bergên gelerî herikîn qadan û gotin hevserokatî xeta wan ya sore.
*Mamoste Sîbel Suna ya di protestoyên qeyûm de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan û dayika Yusuf Kaya yê di çalakiyên protestoyî de îşkence dîtibû tevli mîtîngê bûn.
*Suleyman Salgucak yê li dijî xespkirina îradeya gel derket, gotinên wî yên ‘biaxive tu ji ku derêye’ wek pankar hat derxistin.
*Welatî ji her devera bajar herikîn qadê û dirûşmeyên em ê bi berxwedanê biserkevin berz kirin.
*Ciwanan bi polîsan re pevçûn û di meşê de dirûşmeyên ‘bijî serok apo’ berzkirin.