Ji jinên Egîtîm Senê komxebata 8’ê Adarê

  • 18:51 1 Adar 2025
  • Rojane
DÎLOK - Meclîsa Jinan a Egîtîm a Dîlokê komxebata ‘polîtîkayên malbat, beden û newekheviya zayenda civakî’ pêk anîn. Komxebata bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhên pêk hat eleqeyek mezin dît.
 
Meclîsa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Dîlokê çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi ser navê ‘polîtîkayên malbat, beden û newekheviya zayenda civakî’ komxebat pêk anî.
 
Komxebat li salona konferansê a oteleke li navçeya Mezmaxor a Dîlokê pêk hat. Endamên meclîsê û gelek jin tevli bûn.  Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Dîlokê Gulfîdan Ozpolat axaftina vekirinê kir. 
 
Piştre Gulçîn Ozge Tan di bin sernavê ‘Jin û malbatan di bin bandora dewlet, baviksalarî û kapîtalîzmê’ de axivî. Gulçîn Ozge Tan der barê tevlibûna jinan a pêvajoya siyasî û darazê de axivî.
 
Pispra zayenda civakî Handan Çoşkun jî di bin sernavê ‘polîtîkayên beden û tundiya zayendî’ de axivî. Ozlem Turkdogan jî di bin ser navê ‘ ducanî, kurtaj û jina makul’ de axivî.
Komxebat bi pirs û bersivan bidawî bû.