Ji Kovara Jîneolojiyê hevdîtina xwendevanan

  • 19:45 1 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL - Kovara Jîneolojiyê bi wesîleya 10’emîn salvegera xwe hevdîtina bi xwendevanên xwe re kir. parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Suzan Akîpa balkişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û got ev bang berpirsyariyê dide ser hemû aliyan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bang kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze.
 
Kovara Jîneolojiyê çarçoveya 10’emîn salvgera xwe de li Navenda Mezopotamyayê (NÇM) ya Beyoglu  hevdîtina xwendevanan pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Suzan Akîpa û gelek jin tevli bûn.
 
Suzan Akîpa da zanîn ku nîqaşên jîneolojiyê ya bi pêşengiya jinan destpê kiriye nava demekê de bi jinên cîhanê re hatiye Nîqaşkirin û got jînolojî berhema lêgerîna jinane. 
Parêzer Raziye Ozturk jî balkişand ser banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Mafê hêviyê mijareke ku divê ji bo wê têkoşîn bê dayînê ye. Rojên borî de Birêz Ocalan bang kir. Divê her hevoka bangê bê nirxandin. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan.”
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha vegot: “Banga di 27’ê Sibatê de hat deklerekirin berpirsyariyê li me hemûyan bar dike. Ev bangeke cidiye. Divê hemû kes di vê mijarê de berpirsyariya xwe bîne cih.”