Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê

  • 13:52 14 Nîsan 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Necla Demîr Arvasê de 2 sal û mehek cezayê hefsê û biryara tehliyeyê hate dayin. Her wiha rojnamegeran piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo Tirkiyeyê şerm e ku rojnameger her roj li edliyeyê ne û peyam dan ku rojnamegerên jin hêviya Tirkiyeyê ne.
 
Danişîna ewil a doza rojnameger Necla Demîr Arvas ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Necla Demîr Arvas a ji 20’ê Çileyê ve girtî û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Her wiha nûnerên MKG, DFG, DÎSK Basin-Îş û MLSA’yê jî danişîn şopandin. 
 
Necla Demîr Arvas di parastina xwe de got ku ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û ya ku tê darizandin pîşeya rojnamegeriyê ye. Necla Demîr Arvas, diyar kir ku ew bernameya “Polîtîk Kadin”ê çêdike û pirsgirêk û rojevên jinan dinirxînin. Necla Demîr Arvas got ku axaftinên wê yên bi çavkaniyan re sûc nînin, di îdianameyê de tu delîlên şênber nînin. Di îdianameyê ji bo cihên peyva “Kurdistanê” derbas dibe îdiaya “Xwedî li bîrdoziya rêxistinê derketiye” hatiye krin. Necla Demîr Arvas, got ku îro li her derê peyva Kurdistanê weke têgeheke cografîk tê bikaranîn û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Gotine ‘Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê hatine biçûkxistin” lê nayê gotin ka min çawa ev kiriye. Binpêkirinên li girtîgehan û tecrîd weke sûc hatine nîşandan lê îro li her derê qala van tê kirin. Weke encam ez van sûcdariyan qebûl nakim û li dijî krîmînalîzekirina rojnamegeriya xwe me. Dixwaza beraeta xwe dikim.” 
  
Parêzer Şukru Alpsoy jî got ku vexwendina mêvanên bernameyê sûc nîne û got ku ji bo îdiayên hatine kirin tu delîlên şênber nehatine nîşanda. Alpsoy, diyar kir ku di esasê xwe de xebatên rojnamegeriyê tên darizandin û daxwaza beraetê kir. 
 
Dozgeriyê jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ku Necla Demîr Arvas bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin û rewşa wê ya girtî bidome. 
  
Dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 sal û mehek ceza û biryara tehliyeyê da. 
 
Rojnamegeran piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo Tirkiyeyê şerm e ku rojnameger her roj li edliyeyê ne û peyam dan ku rojnamegerên jin hêviya Tirkiyeyê ne.
 
Hevserokê DFG Selman Çîçek li vir axivî û got, "Hefteya borî em ji bo du hevalên xwe yên rojnameger li vir bûn. Îro jî ji bo hevrêya xwe ya rojnameger Necla Demîr em li vir bûn. Mixabin rojnameger her roj li dadgehê ne. Ji bo dadgeriyê, hiqûqê û Tirkiyeyê şerm e ku em her roj sûcê me derdixin pêşberî dadgehê."
 
Piştre endama MKG'ê Dîren Yurtsever mafê axaftinê girt û diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamegerî ne sûc e û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê rojnamegerî êdî ne sûc e, bi temamî hatiye qedexekirin. Nûçegihan ne sûc e. Binpêkirina mafan li girtîgehan ne sûc e. Em ê bidomînin van neheqiyan eşkere bikin. Em ê bidomînin, em ê van nûçeyan biparêzin."