
Rejîma Îranê gotina sitranan li heft jinan qedexe kir!
- 11:50 17 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li parêzgeha Xuzistanê hêzên Îtaleta Îranê heft jinên hunermend bangî îfadeyê kirine û bi zorê îmze bi wan dane avêtin daku sitranan nebêjin.
Zextên rejîma Îranê yên li ser jinan didome. Li gor nûçeya rêxistina mafên mirov a HRNA’yê, duh li bajaroka Behbehanî ya ser bi parêzgeha Xuzistanê hêzên Îtlaetan Îranê heft jinên hunermend bangî îfadeyê kirine.
Di nûçeyê de hatiye gotin, piştî ku lêpirsîn di gel her heft jinan de hatiye kirin, belgeyek bi wan hatiye îmzekirin û gotina sitranan, tevlîbûna civînên jinan, lêxistina amûrên mûzîkê û belavkirina çalakiyên hunerî li ser medya dijîtal li wan hatiye qedexekirin.
Navên her heft jinên hunermend wihane; Îlahe Ehmedî, Mehsan Îhtiramî, Negîn Mensurî Nejad, Azardext Tahirpur, Ramîş Seyîd, Mujde Nesîrî û Zulfa Cemşiyanî.