Komxebata Stargehan di roja 2'yem de didome

  • 15:07 26 Nîsan 2025
  • Rojane
 
WAN - Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê li Wanê di roja duyem de didome.  
 
Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê, bi malovaniya Komeleya Jinan a Starê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê dest pê kir. Komxebat dê sê rojan bidome û ji 58 komeleyên jinan dê gelek jin tev li bûn. 
 
Di komxebatê de duh mijarên “Ji komxebata berê heta niha li herêman çi hate kirin?” û “Weke pêkhateyên komxebatên jinan em bi hev re li ser rewşa xwe û rojevên xwe diaxivin” hatin nîqaşkirin. Îro jî xebatên atolyeyê tên kirin. Di roja dawî ya komxebatê de jî dê bi serenavê “Pirsgirêkên me yên çavkaniyan û pêşerojê yên di serdema pêşiya me de” ji bo “Komxebata sereke” cih û rojev were diyarkirin. 
 
Komxebat di roja duyem de didome.