Ji bo jinan spora sibehê ya bêpere

  • 10:26 29 Nîsan 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê ji bo jin bi çalak beşdarî jiyana rojane bibin, ji bo jinan  li parkên navçeyê xebateke girîng pêk tîne. Perwerdehiya Spora sibehê bi hevkariya Gerînendetiya Ciwanan û Sporê û, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan yên Şaredariyê ku têne organîzekirin, dê di 2’ê Gulanê de bêpere dest pê bike.
 
Li pênc parkên cuda yên di nav sînorên Peyasê de; Parka Rojava, Parka 75’an, Parka Sporê, Parka Daristanê û Meydana Bajêr, perwerdehiya ku bi rêberiya antrenorên pispor ve hefteyê 5 rojan di saet 06:30 û 08:30’ê sibehê de dê bê dayîn. Perwerdehîya sporê di şaxên sporê yên cûrbecûr de xizmet bê pêşkêş kirin û ji hemû Jinan re vekirî be. 
 
Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ew bi vê projeyê dikin armanc ku jinan hem ji hêla giyanî ve û hem jî ji hêla zihnî ve xurt bikin. Hate tekez kirin ku çalakiyên sporê yên di saetên serê sibehê de bê dayîn, ji bo jin bi çalak beşdarî jiyana rojane bibin û şêwaza jiyana xwe ya tenduristî biparêzin, hemû jin da ku ji vê xizmeta bêpere sûdê werbigirin, vexwendin perwerdehiya sporê.
 
Parkên ku ji 2’ê Gulanê şûn ve hefteyê 5 rojan di navbera 06:30 û 08:30’an de perwerdehî lê bê dayîn;
 
Rojava Park (Taxa Peyasê)
 
Park 75’an (Taxa Mezopotamyayê)
 
Parka Sporê (Tesîsên Sporê ya Peyasê, Taxa Peyasê)
 
Park Orman (Taxa Peyasê)
 
Qada Bajêr (Taxa Mezopotamyayê)