Bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî şahî hat lidarxistin

  • 14:17 19 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrikê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî û bidawîbûna sala perwerdeyê şahiyek ji xwendekarên dibistanên seretayî re hat lidarxistin.
 
Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi hemahengiya Rêveberiya Dibistana Şehîd Aydil a seretayî ya bajarê Dêrikê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) û bidawîbûna sala perwerdeyê, şahiyek li dar xist.
 
Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi amadebûna bi dehan şagirt û mamosteyan pêk hat.
 
Di şahiyê de Koma Kulîlkên Rojava ya zarokan stran gotin. Şanoger Lazar Dêrik û Îsamîl Welo jî şanoyeke kurt li ser mijarên xwendin û hevaltiyê pêşkêş kir.