28'ê Gulana 2018'an: Şule Çet hat kuştin

  • 13:47 28 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Şule Çet, di 28'ê gulana 2018’an de ji hêla Berk Akand  û Çagatay Aksu ve ji kata 20'an a plazayê hat avetin. Şule wekî xwekuştiye di qeydan de derbas bû piştî ku wek mirina bi guman doz hat vekirin û di lêkolînan de derket holê ku Şule ji hêla Berk Akand  û Çagatay Aksu ve bi êrişa zayendî re rûbirû maye. Ji destpêke heta dawiyê parêzerên femînist, rêxistinên jinan û parlamenterên jin şopdarê dozê bûn. Di 6'emîn danişîna dozê de biryar hat dayîn. Ji bo Çagatay Aksu cezayê muebbetê, ji bo Berk Akand jî 12 sal 6 meh cezayê girtînê hat dayîn. Îstînaf, di 17'ê hezîrana 2020’an de cezayê dadgeha herêmî erê kir. 
 
1913: Kovara Cîhana Jinan di nîsana 1913’an de dest bi weşanê kir. Jinên ku di avakirina kovarê de cih girtin di 28'ê gulana 1913’an de Komeleya Parastina Mafên Jinan ên Osmanî vekirin. Di hefmara 55'emîn a kovarê de bernameya komeleyê hat weşandin. 
 
2014: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê hat avakirin. 
 
2016: Di 4'emîn Kongreya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ji bo hevserokatiya giştî Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek hat bijartin. 
 
2018: Forûma bi navê "Pêşeroja Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" bi banga Neteweyên Yekbûyî (NY), li Qamişloyê bi hevkariya Rêxistina Hevpar ve ji hêla Kongreya Star û Meclîsa Jinên Sûriyeyê hat lidarxistin. Di forûmê de jinan li ser pirsgirêkên xwe yên wekî aborî, civakî û parastinê rawestiyan. Forûm 2 rojan dom kir. 
 
2020: Hevparên Komcivîna Navenda Piştevanî û Stargehên Jinan, li dijî şîdeta li hemberî jinan bi navê "Plana Çalakiyên Lezgîn" kampanyayek dan destpêkirin û bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê ya ku di pêvajoya pandemiyê de pêk hatî de.