27'ê Îlona 2022'yan: Aktivîst û nivîskar Meredith Tax koça dawî kir
- 09:01 27 Îlon 2024
- Di Dîrokê De Îro
Aktivîsta siyasî, femînîst û nivîskar Meredith Tax a Emerîkayî di 80 saliya xwe de koça dawî kir. Ariane Brunet koça dawî ya Meredith ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand.
Aktivîsta siyasî, femînîst û nivîskar Meredith Tax bi dayina piştevaniya ji bo Şoreşa Rojava û nivîsên derbarê vê de bal kişand ser xwe. Meredith xwest bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê bê lêkolînkirin. Wê jî name ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re şandibû.
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
1871: Grazia Deledda ya di 27'ê Îlonê de şopek li dû xwe hişt di 1871'ê de li Girava Sardinyayê ya Îtalyayê ji dayik bû. Grazia ya xwediyê gelek berheman e di 1926'an de ji bo Xelata Wêjeyê ya Nobelê berendam hat nîşandan. Di heman salê de bi merasîma hat lidarxistin li Stockholmê xelat girt. Grazia ji ber nexweşiya pençeşêrê di 64 saliya xwe de di 1936'an de koça xwe ya dawî kir.
1974: Di TRT'ê de xwendina nûçeyan a spîkerên jin hat qedexekirin. Qedexeyê zêde dewam nekir. Bi zextên jinên spîker û raya giştî jinan dîsa dest bi pêşkêşkirina nûçeyan kirin.
2011: Dayikên Aştiyê yên Amed, Silopî, Sêrtê li Sêrtê li dijî gotina serokê wê serdemê Tayyip Erdogan a "Ew ê dayikên kurd niha laçikên xwe têxin ku derê?" bertek nîşan dan. Di 21'ê Îlonê de êvarî li ber Dibistana Bilind a Pişeyî ya Polîsan êrişek li ser wesayeteke sîvîl hatibû kirin. Dayikên Aştiyê yên li Sêrtê piştî kesên êriş li wan hatibû kirin ziyaret kirin şûnde daxuyaniya çapemeniyê dan. Pankarta bi nivîsa "Laçikên me sembola aştiyê ne, em ê li her derê şer lê hebe raxin" hat vekirin.
2015: Navenda Hevdîtina Jinan a UTAMARA'yê di "Hevdîtina Çîrok û Helbestê ya Her Jinek Çîrokek Wê Heye" pirtûka duyem temam kir. Navenda Hevdîtina Jinan a UTAMARA'yê bi çarçoveya heman çalakiyê berê jî pirtûkek weşandibû. Ji bo danasîna pirtûka duyem resepsiyonek hat organîzekirin.
2016: Li Gundê Kuheylayê yê Girê Spî 8 jê zarok 15 welatî hatin kuştin.
2018: Li Bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi pêşengiya saziyên jinan li dijî Serokkomar Tayyip Erdogan mîtîng û meş hat lidarxistin.
2018: Dadgeha Bilind a Hîndistanê biryara hesibandina wekî sûc a "zînayê" betal kir.
2019: Li dijî ambargoya li ser Mexmûrê dayikên 27 roj bûn li ber nokteya asayişa PDK'ê çalakiya rûniştinê dikirin bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya xwe bi dawî kirin. Di 17'ê Tîrmehê de li Hewlêre ji ber êriş li dijî berpirsê MÎT'ê yê balyozxaneya tirk dixebitî hat kirin şûnde ambargo li Mexmûrê pêk hat û dayikan li dijî vê ambargoyê nêzî mehekê çalakî li dar xistin.