Komxebata Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû

  • 19:55 11 Adar 2024
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên komxebata Yekitiya Jinên Ciwan a li Reqayê bi rêzeçalakiyên hunerî û çandî û xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
 
Çalakiyên komxebata Yekitiya Jınên Ciwan di roja duyemîn de bi xwendina helbestan, pêşkêşkirina şano, dîlan û stranên ji mîrasên Erebî, Kurdî û Suryanî dewam kirin.
 
Di roja duyemîn a komxebata ku li hola Xwaringeha Mala Yewnanî ya li Reqayê de hatiye lidarxistin endamên yekitiyê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqa û Reqa, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqayê, wênesaz, hunermendên şêwekar beşdar bûn.
 
Endama navenda çandê ya Reqayê û helbestvana Medya Silêman helbest li ser jinan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin, her wiha koma Totol a Skêtşê şanoyek li ser zulma li ser jinê di dema çeteyên DAIŞˊê herêmê kontrol kir û çawa hatin têkbirin de pêşkêş kir.
 
Dûre zarokên Reqayê yên Yekitiya Werzîşê hunerek li ser werzîşa taykwando, koma Artser dîlanek pêşkêş kirin. Her wiha helbestvana Buşra Mensûr a ji Tebqayê helbestên li ser zulma di dema çeteyên DAIŞˊê de pêşkêş kirin.
 
Koma Totol dîlan gerandin, dûre Koma Hîlala Zêrîn a Reqayê hunerek ji mîrasa Reqayê pêşkêş kir.
 
Di komxebatê de pirsên giştî û çandî yên li ser jiyana jinê ji beşdaran hatin kirin.
 
Çalakî bi xelatkirina komên beşdar ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dawî bû.