Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin

  • 20:06 29 Sibat 2024
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê rêziknameya der barê mafê kurtajê de ku dê di Destûra Bingehîn de cih bigire ji aliyê Senatoyê ve hat qebûlkirin. Bi vî awayî astengiya dawî ya li pêşiya qebûlkirina vê reforma dîrokî hate rakirin.
 
Tevî îhtiraz û nîqaşên dirêj ên hin senatorên rastgirên ku piraniya Senatoyê de di destê wan de ne, bêyî ku metna hikûmetê biguherînin bi dilxwazî dengê xwe dan rêziknameyê.
 
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dengdana Senatoyê wekî "gaveke diyarker" bi nav kir û bang li her du aliyên kongreyê kir ku ji bo pejirandinê di 4’ê Adarê de bicivin.
 
Reforma der barê pejirandina mafê kurtajê di Destûra Bingehîn de ji aliyê Meclîsa Neteweyî ya beriya Senatoyê ve hema hema bi yekdengî hat qebûlkirin.
 
Wezîrê Edaletê Erîc Dupond-Morettî got, "Senatoyê di warê mafên jinan de rûpeleke nû vekir."
 
Senatora ekolojîst Mélanîe Vogel jî got, "Ev serkeftinek femînîst a pir mezin e. Gaveke mezin a pêşketinê ye. Ev ji femînîstên li çar aliyê cîhanê re peyameke."
 
Di meclîsê de gelek senatorên çepgir îfadeyên wekî “bi hêz” û “kelecanî” bi kar anîn.
 
Kombûna kongreyê di 4’ê Adarê de ye û beriya 8’ê Adarê Roja Mafên Jinan a Cîhanê ye û di vî warî de xwedî girîngiyeke sembolîk e.
 
Destûra Bingehîn a Fransayê herî dawî di sala 2008’an de hate guherandin.