DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin

  • 13:39 22 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
ENQERE - Serokwekîlên DEM Partiyê pêşniyarqanûn dan Meclisê û destnaşan kirin ku lêgerîna zêr a bi siyanüre xetereyeke mezin li ser ekolojiyê û tendurstiya gel çê dike û xwest ku li Tirkiyeyê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo qedexekirina zêr a bi siyanurê, pêşniyarqanûn dan Meclisê. Serokwekîlan di pêşniyarqanûnê de destnîşan kirin ku lêgrîna zêr a bi siyanurê xetereyeke mezin li ser ekolojiyê û tenduristiya gel çê dike û zirarên jêveneger û talûkeyan di nava xwe de dihewîne. 
 
'Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin’
 
Di pêşniyarqanûnê de wiha hate gotin: "Madenvaniya zêr di hêla ekolojî û tenduristiya gel de talûkeyên mezin di nava xwe de dihewînin. Madenvaniya bi rêbazên berê tê kirin û ya di salên dawî de ku piranî lêgerîna bi siyanurê tê kirin, zirarekî mezin dide xwezayê û tenduristiya mirovan. Ji ber wê divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin. 
 
'Ev yek jî bandorê li paqijiya hewayê dike'
 
Di kanên ku kêm maden tê de hene de bi piranî siyanur tê bikaranîn. Di vê pêvajoyê de di perçeyên tên derxistin de bi siyanurê zêr tê derxistin. Bermahiya di lêgerînê dimîne de siyanur ketiye nav, pê avê tê şuştin û di nava hewizekê de tê veşartin. Lêgerîna bi rêbaza siyanurê, bi giştî di kanên madenan ên mezin û vekirî de tê bikaranîn. Bi vê rêbazê, zêr di nava cewherê de bi siyanurê tê derxistin. Piştî vê rêbazê avên bi siyanurê qirêj dibin, di hewzekê de tên komkirin. Ev ava kom dibe zirarê dide kaniyên xwezayê, axê û jîngehan. Siyanur di hewayê ziwa û germ de tev li hewayê dibe, pir bijehr e û gazên bi jehr tev li hewayê dike. Ev yek jî bandorê li paqijiya hewayê dike. 
 
Divê dinyayeke hêjayî jiyanê bê hiştin
 
Diyar e ku lêgerîna zêr a bi siyanurê, di hêla ekolojî û tenduristiya gel de talûkeyên mezin di nava xwe de dihewîne. Qedexekirina vê rêbazê ji hêla hawirdor û parastina tenduristiya mirovan de pir girîng e. Ji ber vê bi 'Qanûna Qedexekirina Lêgerîna Zêr a bi Siyanûrê' rêbaza qedexekirina lêgerîna zêr a bi siyanurê gelek pêwîst e. Bi saya vê qanûnê tevahiya yekîneyên zindî û nezindî, ekolojî, xwezayê mirov û kedê bike mijara sereke. Li gel vê dê dinyayeke hêjayî jiyanê, ji bo nifşên nû were hiştin.”