Ji bo 8'ê Adarê şitil çandin

  • 13:35 4 Adar 2024
  • Ekolojî
 
 
MÊRDÎN - Jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo balê bikşînin ser jiyana ekolojîk û azadiya jinan li Qoserê şitil çandin. 
 
Çalakiyên Tevgare Jinên Azad (TJA) ên bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin. Jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo balê bikşînin ser jiyana ekolojîk û azadiya jinan li Qoserê şitil çandin. Jinan li gundê Xirbê Belek bi tevlîbûna parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir û namzeta Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay şitil çandin. 
 
Çandina şitilan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi tilîliyan bi dawî bû.