Ceylan Onkol bi çirûska di çavên xwe de hîn 12 salî ye

  • 11:41 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - ersûcên Ceylan Onkol a li Licê dema mîh diçêrand bi topa hewanê hat qetilkirin, hîn nehatin darizandin. Ceylanê bi çirûska çavên xwe li ber dilê Gelê Kurd hîn 12 salî ye. 
 
Serokê demê Tayyip Erdogan di 28'ê Adara 2006'an de têkildarî bûyerên li Amedê gotibû "Zarok be jî jin be jî tiştên hewce dikin, bikin". Ev gotinên Tayyip Erdogan hîn di hafizaya mirovan de zindî ye. Di 28'ê Îlona 2009'an de li navçeya Licê ya Amedê Ceylan Onkol bi topa hewanê hat qetilkirin û hîn jî bersûc nehatine darizandin. Ev mînak destnîşanî polîtîkayên dewletê yên li ser Gelê Kurd dike. Bi teqandina topa hewanê bedena Ceylanê perçe perçe bûbû û dayika wê perçeyên bedena wê kom kiribû û xistibû dawa xwe. Dozgerê Komarê yê Licê jî wê demê bi hinceta "ewlehiya can" sê roj şûnde bi helîkopterê hatibû cihê bûyerê. 
 
Dosyaya Ceylanê birin AÎHM'ê 
 
Dozgerê Licê yê bi helîkopterê çû cihê bûyerê piştî derbarê dosyayê de biryara "veşartinê" da. Hemû îtirazên malbatê li dijî vê yekê kirin hatin redkirin. Loma parêzeran di 2010'an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dan. Lê belê serlêdan bê encam ma, lêpirsîn bi awayekî çalak û bêalî nehat meşandin, daxwazên ji bo kûrbûna lêpirsînê nehatin qebûlkirin. Loma parêzeran di 2012'an de dîsa serî li  AÎHM'ê dan.
 
Dosya rakirin refê
 
Dozgerê piştî 3 rojan şûnde bi helîkopterê çû cihê bûyerê di 4'ê Nîsana 2013'an de têkilarî qetilkirina Ceylanê bi sûcê "Bikaranîna peywirê ya bi awayekî ne baş" biryara neşopandinê ji bo lêpirsîna hat vekirin da. Di 30'yê Nîsana 2014'an de dozger di çarçoveya dosyaya lêpirsînê de da zanîn muhibat sabit sekiniye, berê ji aliyê kê hatiye avêtin ne diyar e. Ev kir hincet û biryara "lêgerîna daîmî" dosya rakir refê. 
 
AÎHM'ê biryara 'ne îhlal e' da 
 
Her wiha AÎHM'ê di 2017'an de bersiv da serlêdanên di 2010 û 2012'an de û biryara "binpêkirin" tune ye da. 
 
Tezmînata ji bo malbata Ceylanê hat kirin
 
Di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di eleyhê Wezareta Karê Hundur de doza tezmînatê li 2'yemîn Dadgeha Îdarî vekir. Di doza hat vekirin de 100 hezar TL maddi, 150 hezar TL jî wekî tezmînata manewî hat xwestin. Dadgehê jî biryara dayina 28 hezar û 208 TL  tezmînat, da. Dadgeha Bilind di 16'ê Gulana 2019'an de biryara dayina tezmînatê ya malbata Ceylanê red kir. 
 
Di doza ji bo tezmînatê hatibû vekirin de sala borî di meha adarê de biryar hat dayin ku 283 hezar TL tezmînata maddî û manewî bê dayin. 
 
Piştî Ceylanê zarok dîsa hatin qetilkirin
 
Piştî Ceylanê hat qetilirin navê Ceylanê li gelek zarokan hat kirin. Wekî ku Ceylanê hat qetilkirin bi dehan zarokên din hatin qetilkirin. Cemile Çağırga (10) di 4'ê Îlona 2015'an de li Cizîrê di dema serhildanên rêveberiyên xweser de hat qetilkirin. Li Cizîrê Bişeng Goran (12) bi derba polîsan hat qetilkirin. Hêlin Hasret Şen (15), Elif Şimşek (8), Berat Guzel (12), Çekvar Aliş Çubuk (15), Mahmut Bulak (17) ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin. 
 
Muharrem Aksam
 
Li navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê li Kuçeya Micitê Muharrem Aksam ê 16 salî di 24'ê Adarê de ji aliyê polîsan ve li erdê di navbera kuçeyên Qinegûr û Çalişkan de li cihê polîsan gule lê bera didan hat qetilkirin. Di lêpirsîna hat destpêkirin de heta niha tu binçavkirin û girtin çênebûn.