Jinên endamên DÎSK’ê kuştina Jîna Amînî protesto kirin

  • 12:24 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Kuştina Jîna Mahsa Amînî, ji hêla jinên endamên DÎSK'ê ve hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Heman rêbazê ku li welatê me tê meşandin em ê bi hev re li ber xwe bidin û em ê parastina xwe bikin." 
 
Komîsyona Jinan a Sendîkaya Genel Îş a girêdayî Federasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi pêşengiya xebatkarên Şaredariya Mezin a Îzmîrê li Kulturparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê û kuştina Jîna Mahsa Amînî şermezar kirin. Jinan pankarta 'Hûn nikakirin bi zorê mirovan bibin bihuşta xwe' vekirin û her wiha dirûşmên wekî "Ne şîn serhildan", “Jin jiyan azadî” û “Bêdeng nebe û nebe hevkarê sûc" berz kirin. Li ber navê komîsyonê Aslihan Yilmaz daxuyanî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ji ber ku Jîna li dijî sînorê ku lê hatî ferzkirin derket hat qetîlkirin. Piştî kuştina Jînayê çalakiyên protestoyî mezin bûn. Çalakiyên ku ji bo Mahsayê hat kirin ji bo hemû jinên ku ji polîtîkayên rejîmê bêzar bûne hatin kirin. Di sala 1979'an de heta îro li Îranê sergirêdan li jinan tê ferzkirin. Polîsên exlaqê jî li pey jinên servekirî dikevin. Jin tên girtin û bi şîdeta polîsan re rûbirû dimînin. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' piştî bi salan ji hêla jinan ve li kolanên Îranê dengveda. 
 
Têkoşîna me ya li dijî zext û zilmê de her bidome û mezin bibe. Em ê li cem xwişkên xwe bin. Her wiha li welatê me jî heman zilm û zext hene û polîtîkayeke dijminatî li hember jinan tê meşandin. Lê belê em ê li her cureyên êriş û polîtîkayan azadiya xwe biparêzin. Em dev jî azadiya xwe bernadin." 
 
Çalakiya jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.