Jinên DEM Partiyê çûn serdana nûçegîhanên di hepsa malê de

  • 18:54 24 Nîsan 2024
  • Rojane
ÎZMÎR- Jinên DEM Parityê, bi wesîleya Roja Rojnamegerên Kurd çûn serdana nûçegîhanên di hepsa malê de.
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi wesîleya Roja Rojnamegerên Kurd çû serdana rojnamegera me Melîke Aydin ya di hepsa malê de ye. Melîkeyê da zanîn ku ji dema rojnameya Kurdistan heta niha rojnamegeriya Kurd pêş ketiye û got binçavkirin û girtin wê pêşî li rojnamegeriya Kurd negire.
 
Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabulut jî axivî û da zanîn ku çapemeniya alîgir Dem Partiyê tune dihesibîne û got çapemeniya Kurd jî partiya xwe didin nîşandan. Vezanê balkişnad ser êrîşan û got tevî hemû êrîşan ev rojnamegeriya Kurd pêş ketiye û heta îro hatine.