‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin

  • 13:27 25 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Danişîna 31’emîn a doza ku weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jê tên darizandin li Stenbolê hate lidarxistin û hate taloqkirin. 
 
Danişîna 31’emîn a doza ku weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Cîhat Ablay ê tê darizandin û parêzera wî Nermîn Selçûk di danişînê de amade bûn. Danişîn ji ber guherîna şandeyê bi xwendina belgeyên berê dest pê kir. 
 
Prz. Nermîn Selçûk a di danişînê de mafê axaftinê wergirt, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dozger jî xwest ku înfaza Îsmet Kayhan ê di çarçoveya dosyayê de tê darizandin bê rawestandin. 
 
Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, biryar da ku înfaza Îsmet were rawestandin û danişîn taloqî 3’yê cotmeha 2024’an hate kirin.