ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 26 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*"Jîn li dijî binpêkirin û koletiya jinê banga zanîna hebûna jinê dike. Li dijî tunekirina jinan têkoşînê dide. Li dijî tabu, sûcdarkirinan serî hil dide. Dema ku hişmendiya vê dijî û têkoşîna vê dide jî bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk re tên rû hev. Li dijî vê dikeve lêgerîna avakirina zanînê. Li dijî biyanîbûnê xwebûnê fêr dike. " JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Li dijî krîza aborî û  binpêkirina kedê kedkar wê di 1’ê Gulanê de li qada Taksîmê bin. Seroka Şaxa MMO'yê ya Stenbolê Ezgî Kiliç û sekretera giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz diyar kirin ku wê gel li dijî şer ji bo parastina mafên xwe li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Nûçeghana Stêrk Tv'yê ya kantona Efrîn-Şehba'yê Ferîde Zade li dijî êrişên li ser çapemeniya azad nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got:"Ev êriş li ser çar aliyên Kurdistanê û derveyî walat tê meşandin. Ji ber rojnameger heqîqetê derdixin holê, êriş li wan tê kirin. Em ê jî li dijî van êrişana her tim li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Canan Uzunay behsa projeyên ku bixin jiyanê de axivî û da zanîn ku wê gel ji bin vê texrîbata qeyûm derkeve. BI DÎMEN 
 
*Der barê êrîşên li hember rojnameger û çapemeniya Kurd ji qada navneteweyî bertek zêde bûn. Di nirxandinên hatin kirin de wiha hat gotin: “Rojnameger ji aliyê hêz û yekîneyên ewlehiya Tirk ve bi awayekî rutîn bi binçavkirin, zilm, tacîza qanûnî û girtinê re tên rû hev.”