Îdianameya gumanbarê ku Vatfa qetil kir temam bû

  • 09:02 24 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Der barê gumanbar Mehmet Uyanik Ecevît  ku jina pê re zewicandî Vatfa Ecevît du roj piştî welidînî qetil kirde îdianame hat amadekirin û ji sûcê ‘ji qestî hevjîn qetilkirin’  cezayê muebetê hat xwestin û her wiha ji ber sedema birîndarbûna dayika wî Nebahat Ecevît jî ji sûcê ‘Ji qestî kes birîndarkirin’ heta 18 salan ceza hat xwestin.
 
Li taxa Dara ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê di 21’ê Çile de jina bi navê Vatfa Ecevît (26) ku di 19’ê Çile de zarok anîbû dinê, ji aliyê gumanbar Mehmet Uyanik Ecevit ve bi alava birînê hat qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê  der barê gumanbar de îdianameya xwe temam kir. 
 
Di îdianameya 6 rupelî de ku ji sûcên ‘ji qestî hevjîn kuştin’ û ‘ji qestî  ji malbatê kes birîndarkirin’ hat amadekirin de der barê gumanbar ji sûcê ‘ji qestî hevjîn qetilkirin’  cezayê muebetê hat xwestin û her wiha ji ber sedema birîndarbûna dayika wî Nebahat Ecevît jî ji sûcê ‘ji qestî kes birÎndarkirin’ heta 18 salan ceza hat xwestin. 
 
Di îdianameyê de cih dan rapora lêkolîna cihê bûyerê, girteka tespît û şahidên bûyerê, fezlekeya ewlehiyê, girtekên lêgerînê û desteserkirinê, rapora otopiyê, rapora laboraturê ya der barê îdrarê, raporên lêkolîna teknîk, rapora kesê dizane, şahidan, parastina gumanbar, rapora edlî, qeydên sicîla edlî û qeydên nifûsê. 
 
Gumanbar sûcdariyên li hember xwe qebûl nekiriye û îdia dike ku zaroka wî ya 4 salî hatiye îsîsmarkirin. Lê encama lêkolînand e û qeydên kamerayan de tê dîtin ku zarok nehatiye îstîsmarkirin û gumanbar ji bo xwe xilas bike ev parastin kiriye. 
 
Îdianame ji aliyê 3’emîn Dadgeha Ceza Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin û wê runiştina ewil di 23’yê Tîrmehê de bê dîtin.