Pirsûsiyan meha Remezanê bi xizanî pêşwazî kir

  • 09:06 16 Adar 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Oznûr Deger
 
RIHA - Li Kurdistana ku rewşa aborî her diçe xera dibe welatiyan meha Remezanê bi xizanî pêşwazî kir. Welatiya bi navê Mukades Çaglar got: “Em ji bo fitarê xwarina li gorî dilê xwe nikarin çêkin û her tişt buhaye.”
 
Sînorê xizaniya ku 52 hezar û 954 e, ya birçîbûnê jî 18 hezar û 973 ye. Welatî di vê krîza aborî de hewl didin bi 17 hezar mûçeyê asgarî debarê bikin. Sala borî bihayê kîloyê nan 35 TL bû îsal 40 TL ye. Kîloya firingiyan 37 TL, ya îsotê 73 TL, ya xiyar 45 TL, ya balcan 59 TL, marulek jî 43 TL eye.  Kiloya birince 150 TL, ya nîskan 57 TL, ya goş jî 600 TL ye. Ya mirişkê jî 160 TL ye. Li gorî vê  malbatek di fitarê de şorbe, girar, mirişk û seleteyê bixwe wê 881 lîra bide. 
 
Welatiyên li Pirsûsê dijîn diyar kirin ku neçarin ji ser sifreya xwe ya fitarê kêm bikin. Jinên Pirsûsê diyar kirin ku ew nikarin debarê bikin. 
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Jina bi navê Sabîha Aytekîn (40) da zanîn ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha pê de çû: “Bi hatina meha Remezanê re em nikarin her xwarinekê çê bikin. firingî bihaye. Sebze hemû bihaye. Em nikarin goşt bigirin. Em girar çêdikin. Berê jî me nikaribû sifreyên xwe bixemilanda lê îsal em nikarin tu tiştekî bigirin. Em nikarin sebze jî bigirin.”
 
Ferîde Şahîn (53) jî wiha anî ziman: “Berê Remezanan de xwarinên ser sifreyên me zêde bûn. Em niha çend şinahiyan digirin 100 TL digire. Em diçin bajarê 500 TL diçe. Sala borî min 250 TL dida. Îsal du kat bûye. Sêv 30 TL, parteqal 15 TL.  Em nikarin hewcedariyên sereke bigirin.”
 
‘Em nikarin goşt bigirin’
 
Mukkadest Çaglar (40) jî daxuyakirin ku ev rewş ji bo kesên di kirê de ye hîn bêtir zehmete û wiha dirêjî daye: “Fatureyên ceyranê zêde tên. Ez mehê hezar TL zêdetir heqê ceyranê didim. Ji bo danûstandina Remezanê me 3-4 hezar TL da. Lê me tiştên li gorî dile xwe negirt. Her tişt bihaye. Goş bihaye. Kîlo 550 TL ye. Mirişk jî bihaye. Em nikarin bigirin.”
 
Hacîre Bugurlu ya 21 salî destnîşan kir ku ji aboriyê qet ne kêfxweşin û got dewlemend hîn bêtir dewlemend dibin û xizan jî her diçin xizan dibin.