Jina nanpêj: Divê jin her tim di nav hewldanê de bin

  • 09:02 26 Adar 2024
  • Ked/Aborî
 
XARPÊT - Turunç Kiliç, 10 sal in bi nanpetinê debara xwe dike û bang li jinan dike ku bila bixebitin û Her di nav hewldanê de bin.
 
Turunç Kilinç a 54 salî, li Dep a Xarpêtê 10 sal in firina nan dide şixulandin. Ji bo Turunç karkirina jinan girîng e. Turunça ku berê bi sewalkariyê re mijûl dibû niha jî karê nan pêtinê dike. Her serê sibê bi hevjînê xwe re tê firinê û dest bi nanpetinê dike. 
 
Turunç 20 salan nan pêtiye û piştî demekî biryara daye ku firina xwe veke û 10 sal jî di firana xwe de aktîf dixebite. Di nav civakê de wek “Jina nanpêj" tê nasîn. Turunç, wiha dest bi çîroka xwe ya destpêkirinê dike: "Berê ez li cihekî dixebitîm û karê hevjînê min tunebû. Zarokên min hemû zewicin û cûn. Me tev biryar da û me firinek wiha vekir."
 
Turunç da zanîn ku rojê 200, 500 û cara jî 700 nanê dipêje. Li gorî daxwaza mijteriyan hejmara nan petinê diguhere. Turunç, diyar kir ku pêşeroj û debara wan ev der e û got: "Ez her tim xebitim. Ez rojekî jî nesekînim û ez li ser piyê xwe sekinim. Min 5 zarok mezin kir. Berê li gund min debara xwe bi firotina penir û toraqê dikir. Ez her dibêjim bila jin bixebitin. Ez bi jinên ku dixebitin re pir dilşad dibim."
 
Turunç, diyar kir ku niha du kes in lê debar kirin li gorî salên borî îsal bêtir zehmet e û wiha behs kir: "Ev karê min e û ez gelek pê kêyfxweşim lê belê zehmetiyên wê jî hene. Gele mesrefa me çêdibe. Kirê xanî û dikanê zorê li me dike. Mûçeyên me nîne em li vir çi qezenç bikin ev e. Niha nanek bûye 8 TL û torba ard 800 TL ye. Her tişt pir bûhabûye. Berê li vir danûstandin gelek bû lê niha nîne. Beriya niha em di saet 4-5'ê serê sibê dihatin heta 9'ê êvarê dixebitin û nanek nedima. Lê niha em tenê 2 kase nan dipêjin. Qeyranek heye û em çend du kes bin jî em nikarin debara xwe bikin. Ez niha nikarim kîloyek goşt bikirim, ez tenê dikarim fatureyên xwe û kira xwe bidim."
 
Turunç, daxuyand ligel her zehmetî û qeyranan hewldana jinan a ji bo xebatê girîng e.