DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne

  • 20:44 27 Adar 2024
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û partiyiyan got ku dê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin. 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên heremî yên 31’ê Adarê demekî kin ma û DEM Partî li her bajar, navçe û bajarokan derî bi derî digere. 
 
Mûş
 
DEM Partî li Mûşê mal bi mal digere, li her deriyêkî dixe. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li bajarokê Dûgnûkê bi namzetên hevşaredariyê Aşan Ateş û Agît Çetîn tevli xebatên hilbijartinê bûn. 
 
Şandeya DEM Partiyê li pêşiya buroya hilbijartinê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û çepikan hate pêşwazîkirin. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Milazgirê Kemal Ozel bal kişand ser têkoşîna bi salan e dom dike. Ozel, da zanîn ku gelê kurd gelekî têkoşer e û anî ziman ku dê gelê kurd di 31’ê Adarê de hêza xwe nîşanî desthilat û muxalefetê bide. 
 
‘Em ê yên aydê xwe şûnde bigirin’
 
Piştre namzeta hevşaredariyê Aşan Ateş axivî û got ku dê li dijî kesên şaredarî talan kirine di serî de li Dûgnûkê,  li gelek navendên Kurdistanê bibin bersiv. 
 
Namzetê hevşaredariyê Agît Çetîn jî anî ziman ku ew ê di meha adarê ya têkoşîn û berxwedanê de bi ser kevin û wiha axivî: “Em ê rê nedin partiyên rant, talan û diziyê. Tevgera kurd a bi salan e di her qadekê de têdikoşe dê bersivê bide her kesî.”
 
Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê xeteke têkoşîn û berxwedanê heye û got ku ew ê vê têkoşîn û berxwedanê heta 31’ê adarê bidomînin û dê 1’ê nîsanê jî serkeftinê pîroz bikin.
 
‘Ev hilbijartin ji bo Kurdan girînge’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî da zanîn ku ew li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û ev tişt got: “Bi salan e gelê kurd ji bo ziman, nasname û hebûna xwe têdikoşe. Daxwazên me ev in lê desthilat tim bi şer, çek û mirinê bersivê dide me. Roj hat zimanê me, roj hat xwezaya me, roj hat xwişk û birayên me qetil kirin. Me serî netewand. Em ji kevneşopiyeke ku serî natewîne tên. Em êdî derew û lîstikên desthilatê dizanin. Ev hibijartin wekî azadiya gelê kurd û Kurdistanê xuya dike û em bi vê hesasiyetê nêz dibin.” 
 
Şande pîştî hevdîtina gel çû serdana esnafên Milazgirê, li pirsgirêk û pêşniyarên esnafan guhdarîkirin û çareseriyên xwe vegotin.
 
Şirnex
 
Li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê bi tevlîbûna Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û namzetên hevşaredariya bajarokê şahiya gel hat lidarxistin. 
 
Newrozê diyar kir ku her rayek aşkerekirina pêşerojê ye û wiha axivî: "Hevalên me yên girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan ew e ku agahiyekê ji birêz Ocalan bistinîn. Îro li Başûrê Kurdistanê jî dixwazin ku operasyonekê li dar bixin. Ji ber wê yek raya ku hûn bidin wateya wê pir girîng e. Her raya ku em bidin dê bersiva herî xurt be. Em dibêjin em li vir in, em aştî û azadiyê dixwazin. Lêbelê vê daxwazê jî bi awayekî exleqî dixwazin. Ji ber wê divê ku em bizanin ku her raya ku em didin ji bo Hewlêr, Kobanê, Şirnex û Amade ye. Ji bo tifaqa me ye. Ji ber wê em ê wê rojê xwedî li dengên xwe derkevin. Banga me ji hilbijêrin ji derve re jî heye werin xwe bigînin hevalên me, wê rojê raya xwe biavêjin.” 
 
Piştî axiftinan govend gerandin û piştre jî dikandarên bajarokê hatin ziyaretkirin.