Li Tuşba û Artemêtê mirina bi gûman

  • 13:06 19 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Tuşbayê zaroka bi navê B.D.S,., li Artemêtê jî Şukran Bdakul bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li navçeya Tuşba ya Wanê li taxa Îstasyonê duh êvarê hat diyarkirin ku xwendekara lîseyê B.D.S., bi çekê bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Xizmên zarokê ku dengê çekê bihîstin agahî dan polîs û tendirustvanan. 
 
Tendirustvanên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku B.D.S., jiyana xwe ji dest daye û cenaze rakirin Morga Tipa Edlî ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. 
 
Herwiha li navçeya Artemêt ya Wanê jî li taxa TOKÎ'yê  hat diyarkirin ku jina bi navê Şukran Badakli di 16'ê Nîsanê de   bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku Şukran a jiyana xwe ji dest da li malê bi tenê bûye û piştî ku demek dirêj agahî jê nehatiye girtin xizmên wê agahî dane polîsan. Piştî ku polîs û tendirustvan hatin mala Şukranê diyar kirin ku jiyana  xwe ji dest daye û cenazeyê wê piştî otopsiyê hat definkirin 
 
Tundiya derûnî lê hatiye kirin
 
Hat diyarkirin ku Şukran 28 salî bûye û ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin ve tundiya psîkolojîk lê hatiye kirin.