Dema binçavkirinê ya rojnamegeran hat dirêjkirin

  • 13:04 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Dema binçavkirinê ya 9 rojnamegerên hate dirêjkirin. 
 
Di serdegirtinên malan ên duh li Stenbol, Enqere û Rihayê pêk hatî de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, rojnameger Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin. 
 
Dema binçavkirinê ya 9 rojnamegerên hat dirêjkirin. Malbatên rojnamegerên hatin binçavkirin li emniyetê geriyan û jê re hate gotin ku dema binçavkirina wan ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.