Hevşaredara Rêya Armûşê: Şaredarî qadên xizmetê ne

  • 09:02 26 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Hevşaredara DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Canan Uzunay behsa projeyên ku bixin jiyanê de axivî û da zanîn ku wê gel ji bin vê texrîbata qeyûm derkeve.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de navçeya Rêya Armûşê 8 sal şûnde ji qeyûman hat girtin. Hevşaredar Canan Uzunay û Cevdet Altindag bi îradeya gel hatin hilbijartin. Hevşaredar Canan Uzunay da zanîn ku  Rêya Armûşê dilê Wanê ye û der barê projeyên xwe de axivî.
 
Cananê da zanîn ku Rêya Armûşê ji gelek bajaran mezintire û nifûsa wê 350 hezar e û wiha got: “8 sal bû destê qeyûm de bû. Îro navçe bi gelek pirsgirêk re hatiye rû hev. Trafîk, îmar, veguhestin û gelek pisgirêkên din. Em dibînin ku qeyûman di 8 salan de tu xizmet nekiriye. Rêya Armûşê ji 20 tax û 30 gundî pêk tê. Em li hemû tax û gundan geriyan. Me pirsgirêk tespît kirin.”
 
‘Gelê me çi ji destê wan hat kir’
 
Cananê balkişand ser serkeftina hilbijartinê û wiha  axivî: “14 şaredarî hemû hatin girtin. Gel çi ji destê wan hat kir. Niha dor ya me ye. Deriyên me ji gel re veirine. Em ê prisgirêkên xwe bi gel re bi STK’yan re çareser bikin. Divê em hinek sebir bikin. Gelê me wê sebra xwe nîşan bide. Butçeya tê şaredariyê kême û burtçeya şaredariyê tenê nîvê mûçeyê nîvê xebatkaran dide. Em li viri n. Em ê bi gel re bixebitin û bibin bersiva gelê xwe. Ez berxwedana Wanê silav dikim. Spas dikim.”
 
Cananê destnîşan kir ku dema qeyûman de 400 karker hatine girtin û wiha domand: “Ev girtin di mijdar û qanûna 2023’yan de hatine girtin. Piranî nehatine kar. Niha jî em nas nakin. Hatine qert lêdane û çûne. Bi nêzîkatiyek kêfî tevgeriyane. Di encamê de kapasîteyek şaredariyê heye. Li gorî wê kapasîteyê divê karker bên girtin. Lê em îro dinêrin karkerên hatine girtin xizmên serokê AKP’a Tuşbayê ne. Qeyûman texrîbatek mezin hiştin. Îradeya jinê tune hesibandin. Li xebatkarên jin mobîng pêk anîne. Em bi darbeye ku îradeya jinê tune hesibandine re hatine rû hev. Rewşên dema qeyûm de pêk hatine pir zehmetin. Jin dane beşên karên herî giran. Civaknas ku divê li vir bûna, ne li vir e. Gelek hevalên hem hatine surgunkirin. Navendên jiyanê wêran bûne.”
 
Serdanên taxan hatin kirin
 
Cananê destnîşan kir ku tiştên divê bên kirin em e bi hev re bikin û got: “Gelek taxên Rêya Armûşê hatine jibîrkirin. Dema qeyûman de  ev tax hatine jibîrkirin. Em ê ji bo van taxan xebatan bimeşînin. Em ê biçin taxan bi hevalên xwe yên jin û ciawn re bên gel hev û hev re tiştên pêwist bikin. Em ê bi ciwan û jinên Riya Armûşê re xebatan bimeşînin. Projeyên me ji bo jinan hene. Di rewşa heyî de projeyên didomin hene. Projeyên çenteyên pitikan, çeteyên hîjyenê yên jinên ciwan didome.Pêvajoya hilbijartinê de 300 çeteneyên pitik û yên lênerînê hatin belavkirin. Niha destê me de tuneye lê em ê pêvajoya pêş de bînin. Projeyên me yên ji bo jin û ciwanan hene.”
 
‘Rêya Armûşê dilê Wanê ye’
 
Cananê nêrînê xwe wiha berdewam kir: “Em ê li Rêya Armûşê pergala hevserokatiyê bidin runiştandin. Li navçeyê tundiya li ser jinan zêde ye. Rêya Armûşê dilê Wanê ye. Nava rojê riya hemû navçeyan berbi Rêya Armûşê ye.  Em ê hîn zêdetir navendên tundiyê vebikin, em ê îstîhdama jinê û xebatên stargehan bidomînin. Wê di 14 şaredariyên me de jî rengê jinê bê hîskirin. Rengê DEM partiyê bê hîskirin.Wek tê zanîn Wan bajarekî erdhejê ye. Der barê de jî wê xebatên me hebin. Şaredariya Rêya Armûşê şaredariya gel e. Ez ji bo hemû gelê me spas dikim. Deriyên şaredariyê ji gelê me re vekiriye.”