'Ji ber rojnameger heqîqetê derdixin holê, êriş li wan tê kirin'

  • 09:06 26 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Nûçeghana Stêrk Tv'yê ya kantona Efrîn-Şehba'yê Ferîde Zade li dijî êrişên li ser çapemeniya azad nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got:"Ev êriş li ser çar aliyên Kurdistanê û derveyî walat tê meşandin. Ji ber rojnameger heqîqetê derdixin holê, êriş li wan tê kirin. Em ê jî li dijî van êrişana her tim li berxwe bidin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbole meşandiye de 9 rojnameger hatin binçavkirin û di 22’yê Nîsanê de di saetên şevê de li Belçîkayê polîsan li hember Stêrk TV û Medya Haber Tv serdegirtin pêk anî. Bertekên li dijî êrişan her diçin mezin dibin. Nûçeghana Stêrk Tv'yê ya kantona Efrîn-Şehba'yê Ferîde Zade jî bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişên li ser çapemeniyê nîşan da û got:"Em wekî rojnamevan dengê xwe bilind dikin û dibêjin girtina alavên me, binçavkirina hevalên me yên rojnemevan wê nebe sedemek ku em îro dest ji xebata xwe berdin. Em ê bi hemî şêwaz û rêbazan siyaseta wan a qirêj û hovîtiya wan, derxe holê û bibin dengê gelê xwe." 
 
'Me tucar dest ji xebata xwe berneda'
 
Nûçeghana Stêrk Tv'yê ya kantona Efrîn-Şehba'yê Ferîde Zade da zanîn ev êrişên li ser çapemeniya azad a kurd ne hiqûqî ne û wiha got:"
Em êrîşên polîsên Belçikayê yên bi ser  navenda me ya Stêrk Tv'yê de hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin. Bûyerên bi vî awayî gelek caran hatin kirin. Ev jî yek ji rêbazên tengavkirina xebata raghandin û rojnemevaniya ye. Di heman demê de rêbazên astengkirin û tirsandina xebatkarên Stêrk Tv'yê ye. Ev êrîş ne tenê bi ser navenda Stêrk Tv'yê de hat kirin, her wiha li kêleka wê jî navenda Medya Haber jî bi êrişê rû bi rû ma. Dewletek mîna Belçikayê ku bi demokrasiyê bang dike divê li hember xebatên ragihandinê bi vî awayî êriş nekira. Divê berovajî êrişan derfet ji bo rojnamevanan were dayin da ku bi awayekî azad xebatên xwe bidomînin û rastiya heyî bişopînin. Çiqas jî êrîşên bi vî awayî bi ser me de hatin jî me tucar dest ji xebata xwe berneda."
 
'Ji ber rojnameger heqîqetê derdixin holê, êriş li wan tê kirin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Ferîdeyê derbarê lihevkirina dewletan û planên wan ên ji bo tengavkirina xebatên rojnemegeran de wiha pê de çû:"Ev ewqas sal in ku televizyona Stêrk Tv'yê li Belçikayê xebatê dide meşandin lê di dema me ya îro de bi taybet piştî hevdîtina di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan a li Başûrê Kurdistanê û li welatên dinê êriş zêde bûn. Li ser gelek xalan hevdîtin hatin kirin, bi taybet a herî berbiçav qirkirina kurdan a di her warî de ye. Ev êriş li ser çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin. Ji ber rojnameger heqîqetê derdixin holê, êriş li wan tê kirin. Em ê jî li dijî van êrişana her tim li berxwe bidin."
 
'Em ê li dijî hovîtiyê bibin dengê gel'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ferîdeyê da xuyakirin ku tevahî xebatkarên Stêrk Tv'yê li hemberî êrîşan dest ji xebata xwe bernedan û wiha  got:"Tevahî rojnemevan û xebatkarên Stêrk Tv'yê li çar perçeyên Kurdistanê her wiha li hemû cîhanê çiqas êriş li wan bê kirin jî wan dest ji xebata xwe bernedan. Ne tenê televizyona Stêrk Tv'yê her wiha hovîtî li hemû rojnamegerên kurd tê kirin û tên binçavkirin. Lê belê rojnamegerên kurd erka xwe, xebata xwe nedan sekinanadin. Dewleta Belçika dizane ku êrîşek bi vî awayî ne ji rêzê ye. Em wekî rojnamevan dengê xwe bilind dikin û dibêjin girtina alavên me, binçavkirina hevalên me yên rojnemevan wê nebe sedemek ku em îro dest ji xebata xwe berdin. Em ê bi hemî şêwaz û rêbazan siyaseta wan a qirêj û hovîtiya wan, derxe holê û bibin dengê gelê xwe."