Jin nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê

  • 09:02 3 Kanûn 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'a Îzmîrê, doktor Sîbel Uyan pirsgirêkên di pergala tendrustiyê de nirxand û da zanîn ku polîtîkayek der barê tenduristiya jinê û xizmeta tenduristiyê de nemaye û pirsgirêk bi polîtîkayek tenduristiyê ya rast dikare bê çareserkirin.
 
Li Tirkiyeyê di demên dawî de randewiya ji bo nexweşiyan pir zehmet bûye. Pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de her diçin zêde dibin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi hejmara dermankirina tê kirin pesnê xwe dide. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'ê ya Îzmîrê û Hekîma Malbatî Sîbel Uyan da zanîn ku ne bi hejmara dermankirinê divê bi hejmara kesên tên parastin pesin bê dayîn û der barê vê de jî daneyek tune ye. Sîbelê anî ziman ku bi polîtîkayeke ku tenduristiya mirov esas digire dikare ev pirsgirêk bên çareserkirin.
 
‘Xwegîhandina xizmeta tenduristiyê pir zehmet bûye’
 
Sîbelê destnîşan kir bi piyasabûna tenduristiyê re mirov di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn û ev rewş ji bo jinan hîn bêtir zehmet e û got: “Li Tirkiyeyê xizmetên tenduristiya parastinî, polîtîkayek der barê tenduristiya jinê de nema ye. Di asta yekem de peywira me jin, zarok, kal û pîr in. Lê hejmara nexweşan wisa zêde ye, li gelek navendên tenduristiyê ya malbatê xizmet bi rêk û pêk nayê dayîn. Yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Xizmeta plansaziya malbatî nagirin. Alav tune ne. Em jinekê li vir derman dikin em dişînin doktora welîdînê, lê randevu nikare bê girtin. Yanî der barê nexweşiya xwe de nikare biçe dermankirinek doktorê pispor. Em li van deran van dermankirinan nikarin bikin. Di alî randevuyan de pirsgirêkek mezin heye.”
 
‘Ji bo jinan rewş zehmetir e’
 
Sîbelê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ji bo jinan zehmetir e. Aliyê vê yê aborî heye. Lêçûna veguhestinê zêde bûye. Jina randevuyê digire ji bo wê hewcedarî bi demek taybet heye. Vê demê peyda bike, pere tune ye. Pere peyda bike randevuyê nabîne. Randevuyê bibîne betal dibe. Yanî demek wisa xerab heye. Li gelek deveran di alî dermankirin û tespîtkirina malzaroka pençeşêr, pêsîr, kolonê de piştgirî dikare bê dayîn. Divê jin biçin ji bo vê randevuyê bigirin."
 
'Wezaret alavan bi rêk û pêk nadin’
 
Sîbelê her wiha balkişand ser nebûna alavan a di mijara plansaziya malbatê de û wiha daxuyand: “Divê wezareta tenduristiyê van alavan bi rêk û pêk bide lê nade. Dema di xizmetên tenduristiyê yên parastinê de dem neyê veqetandin vê carê xizmet şûnde dimînin. Mirov nikarin xwe bigihînin xizmetên dermankirinê. Nikarin xwe bigihînin randevuyê. Dema biçe derman bibe nikare derman bibe. Derman pir biha bûne. Hele ku jin bin rewş hîn bêtir giran dibe.”
 
‘Wezaret bi hejmara dermankirinan pesnê xwe dide’
 
Sîbelê her wiha bi lêv kir ku ev pirsgirêk bi polîtîkayeke tenduristiyê ya rast dikare bê çareserkirin û wiha dawî lê anî: “Divê dawî li polîtîkayên ku tenduristiyê dikin alav bînin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi hejmara dermankirina tê kirin pesnê xwe dide. Ne bi hejmara dermankirinê divê bi hejmara kesên tên parastin pesin bê dayîn û der barê vê de jî daneyek tune ye. Bi polîtîkayeke ku tenduristiya mirov esas digire dikare ev pirsgirêk bên çareserkirin.”