Di meha çileyê de 27 jin hatin qetilkirin

  • 09:04 9 Sibat 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Çile 27 jin û 4 arok hatin qetilkirin, 17 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê daneyên der barê tundiya li hemberî jinan û qetilkirina jinan rastiyê nîşan nade hejmar hêj bêtir zêde ye. Qetilkirina jinan û tundiya li hemberî jinan bi polîtîka û gotinên desthilatdariyê ve girêdayî ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber qetilkirin û tundiyê vedikin.
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha Çile de 27 jin û 4 arok hatin qetilkirin, 17 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Gumanbar yên herî nêz in
 
7 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrê dest jê berdabûn, 2 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, jinek aliyê bavê xwe, 2 jin ji aliyê kurê xwe, jinek ji aliyê kesê pê re dijiya, 4 jin ji aliyê nasên xwe ve, yek ji aliyê kesê nasnameya wî ne diyar, 3 jin ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, jinek ji aliyê zavayê xwe ve jinek ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin.
 
Li Manîsa 4, Stenbol 2, Sakarya 2, Îzmir 2, Bursa 2, Antalya 2, Kocaelî 2, Mêrsîn 1, Aydin 1, Gîresun 1, Eskişehir 1, Mêrdîn 1,  Wan 1, Amed 1, Edene 1, Enqere 1, Dîlok 1,  Zonguldakê 1 jinek hat qetilkirin.