
Emel Gelîbolu Gîderler: Ceza ne bi bandor in
- 09:04 2 Gulan 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Emele Gelîbolu Gîderler der barê qetilkirin û tundiya li ser jinan de axivî û da zanîn ku cezayên ji bo gumanbaran tên dayîn ne bi bandorin û got ev jî cesaretê dide gumanbaran.
Tundya li ser jinan jinan roj bi roj giran dibe û polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatdariyê jî cesaretê didin gumanbaran. Tevî di mirinên jinan de guman heye jî dosya di bin navê întîxarê de tên girtin. Der barê mirinan de jî tu lêpirsînek bi bandor nayê meşandin.
Ji Komeleya Piştevanî û Nirxandina Keda Jinan a Îzmîrê Emel Gelîbolu Gîderler der barê mijarê de axivî.
Emel Gelîbolu Gîderler da zanîn ku komeleya wan 20 saliye û der barê jinan de xebatên xwe dimeşînin. Emel Gelîbolu Gîderler wiha got: “Em li Îzmîrê xwedî qadeke mezin û xweşin. Em piştgiriyê didin jinan û pirsgirêka çareser dikin. Jin her tim ji bo me ya esas e. Cihê jinê ya di civakê de gelke girînge. Em dixwazin hem ji bo jinên malê û jinên qada kar bibin alîkar.”
‘Gelek mînakên tundiyê hene’
Emel Gelîbolu Gîderler da zanîn ku ew bawer dikin ku jin li her qadê wê serkeftinên mezin bidest bixin û wiha domand: “Qetilkirinên jinan birînên mezinin. Em her toj bûyerên qetilkirin û tundiyê dibihîzin. Em her meh dibin şahidê qetilkirina du sê jinan. Em wek komele çi ji destê me bê em dikin. Em li dadgehan cihê xwe digirin û ligel jinane. Em di alî aborî û manewî ligel jinan cih digirin. Em bi pedagog, psîkolog û pisporên civakî û parêzerên dildar re dixebitin.”
‘Divê jin li her derê xwedî rol bin’
Emel Gelîbolu Gîderler daxuyakirin ku ew di pêvajoyeke ku divê zarok bi baldarî bên mezinkirin de derbas dibin û got: “Dibêjin bila jin li mala xwe runin. Lê divê jin li malê, nav civakê de xwedî rol bin. Divê têgeha namûsê li jinan neyê barkirin. Divê cezayên li gumanbaran giran bin û bi bandor bin. Ji ber cezayên bi bandor nayên dayîn gumanbar cesaretê digirin û sûc didomînin.”
Emel Gelîbolu Gîderler balkişand ser qanûna hejmar 6284 û wiha dirêjî dayê: “Ev qanûn desteka ji bo jinane.Divê jin ligel jinan cih bigirin. Ji bo rawestandina qetilkirina jinan divê em bêjin ‘em li virin’.”