Girtî ji jiyana civakî tên îzolekirin

  • 09:05 2 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - Emîne Al derbarê binpêkirinên li girtîgehan û pêkanînên dijdemokratîk de axivî û da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan yên giran û kêfî pêk tên.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîtgehan her diçin zêde dibin. Girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin, dereng dibin revîran, bi kelepçe dibin cem doktor û mudaxaleyên fîzîkî tên kirin. Gelek girtî bi giştî ji jiyana civakî tên îzolekirin û surgunê bajarên dûr tên kirin.
 
Tevî hemû pêkanînan rayedar tu tiştekî nakin. Di dema ku pêvajoya aştî û demokratîk tê axaftin de xizmên girtiyan wiha dibêjin: “Ev pêkanîn çima hîna didomin?”
Emîne Al da zanîn ku keça wê Gulîstan Al û girtiyên din bi binpêkirinên mafan yên giran re tên rû hev.
 
Girtiyan sewqê girtîgehên dûr dikin
 
Emîne Al da zanîn ku keça wê li girtîgehek ku ji wan dûr e dimîne û ji ber vê nikarin biçin hevdîtinê. Emîne Al wiha got: “Keça min ji me pir dûr e. Salê carek du caran dikarim biçim. Em diçin Kutahyayê heta em diçin girtîgehê em sê serwîsan diguherin. Ez dixwazim her meh biçim lê nikarim. Ez cejna borî de çûm. Keça min xwest xwarziya xwe ya biçûk bibîne. Ji gardiyanan jî destur girtibû. Lê mixabin nehiştin. Dema saeta hevdîtinê em çûn hundir. Lê gardyanan nehişt bebek bê. Negirtin qada hevdîtinê. Keça min dixwest xwarziya xwe bibîne. Bi rojan berê jî destur girtibû. Lê gaqrdyanan qebûl nekir. Em pir xemgîn bûn. Mixabin ji ber bebek negirtin hundir em jî neçar man yeko yeko bikevin hevdîtinê.”
 
Di hevdîtinê de jî pêkanînên tecrîdê
 
Emîne Al daxuyakirin ku keça wê û girtiyên din bi rojan li bendê bebekê bûne û wiha domand: “Bi rojan li bendê me bûn. Kelcanî bûn. Ligel vê li girtîgehan binpêkirinên mafan yên cidî hene. Girtiyên nexweş dereng dibin revîrê. Keça min ji xwe di hucreyê de dimîne. Dixwaze cil û bergên gelerî bidrû lê destûr nadin vê. Di hevdîtinan de jî tecrîd heye. Gardiyan mudaxale dikin. Dibêjin aştî lê tehemula wan tuneye. Bila demildest azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û girtiyan pêk bînin. Em vê zilmê naxwazin.”
 
Gulîstan Al kî ye?
 
Gulîstan Al di 2016’an de li Edenê ji endamtiya rêxistinê hat girtin. Li girtîgehên Osmaniye, Edene û Kayseriyê ma. Di 2022’yan de meha Nîsanê de cezayê muebeta giran lê hat birî û xistin hucreya yek kesî. Pirtûka Gulîstan Al ya bi navê ‘Reşo-Şoreşgerekî ku dilê wî tije rehm’ ji weşanên Aram derket.