
Li dijî sûcên li hemberî zarokan çareserî avakirina civaka demokratîk e
- 13:32 2 Gulan 2025
- Rojane
AMED-Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş piştî rûniştina doza Narîn Gûran a ku hat qetilkirin daxuyanî da û got, "Avakirina civaka demokratîk çareserkirina sûcên li dijî jin û zarokan e."
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Sûrê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Danişîna 3’yan a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin.
Amed'in Rezan (Bağlar) ilçesine bağlı Çulî kırsal mahallesinde 21 Ağustos 2024'te kaybolduktan 19 gün sonra cenazesi bulunan 8 yaşındaki Narin Güran'ın katledilmesine dair açılan ikinci davanın 3'üncü duruşması Diyarbakır 17'nci Asliye Ceza Mahkemesi'nde görüldü.
Di danişînê de heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina bersûcên girtî da. Rûniştin taloqî 30'ê Gulanê hat kirin.
Parlamenter ji salona dadgehê hat derxistin
Piştî rûniştina dozê Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Hevseroka Komîsyona Zarokan a partiyê Bêrîtan Guneş daxuyanî da. Bêrîtan Guneş got, "Rûniştina îro hat taloqkirin. Rêze danişîn bi lez û bez li pey hev dimeşin. Ev 2 danişîn e em ji hundir li li şahid û bersûcan guhdarî dikir û doz dişopnd, lê îro serokê dadgehê em ji salonê derxistin. Di her du danişînên din de jî ev pirsgirêk derneket, lê vê carê biryareke bi vî rengî ji bo me nakokî ye.
Raporek pispor nîne'
Bêrîtan Guneş çavdêriyên xwe yên li salona dadgehê parve kir û got, "Me di her îfadeya şahidan de ev yek dît. Têkildarî şewata li gund derketiye tu rapora pispor tune. Berdêla herî mezin a eşkerenekirina rastiyê ji zarok û civakê re tê dayîn."
Bêrîtan Guneş bal kişand ser dosyaya tacîzê ya îro li Şirnexê pêk hat û ev tişt anî ziman: "Cezayê bersûcê tacizkirina 43 zarokan li Şirnexê hat betalkirin. Ev biryar encamên mertala bêcezakirinê ya li hemberî zarokan e. Heta ku darizandinên pêwîst neyên kirin, ev sûcên ku li dijî jinan tên kirin sûcên avakirina civakê ye. Reçeteya çareseriyê ya sûcên li dijî jin û zarokan, em ê weke Partiya Demokrat bi zarokan re avakirina civakeke demokratîk ava bikin."
Daxuyanî piştî axaftinê bi dawî bû