Bi hezaran jin ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

  • 13:47 3 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê bi hezaran jinên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan peyama: “Bêyî azadiya Rêber Apo, azadî û aramî pêk nayê” dan.
 
Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star a bajarê Hesekê, bi hezaran ji jinên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Til Temir,Til Birak, Hol, Zirgan û kampên Serêkaniyê û Waşûkanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd meşeke girseyî li dar xist. Beşdaran wêneyên Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hildan.
 
Meş ji Çerxerêya Marşo ya bajar dest pê kir. Piştî ku meşvan gihaştin Qada Azadiyê deqeyekê rêz girtin. Piştire endama Kongra Star a bajarê Hesekê Welîde Botî axivî û wiha got: "Em silavan ji Rêber Apo re dişînin. 26 sal in li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî dike. Destkeftiyên ku jinan îro bi dest xistine bi saya Rêber Apo ne. Em ê jî xwedî li wan destkeftiyan derkevin û heya Rêberê me bi fîzîkî azad nebe, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
Dure ji Koordînasyon Kongra Star a Hesekê Bedriya Hisen diyar kir ku bêyî azadiya fîzkî ya Abdullah Ocalan azadî û aramî mîsoger nabe û wiha got: "Hêzên komploger xwest vîna jinan bişkînin. Abdullah Ocalan ji bo her jinekê Îmraliyê kir dibistan."
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.